HDP'ê namzedên xwe yên hevşardartiya Çinarê aşkera kirin
- 13:22 5 Sibat 2019
- Rojane
AMED - HDP’ê, ji bo namzetiya Hevşaredartiya Navçeya Çinarê Bedrî Kaya û Necla Tamrîş diyar kirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, xebatên xwe yên diyarkirina namzetan berdewam dike. HDP’ê berê ji bo Şaredariya navçeya Çinar a Amedê, di çarçoveya tifaqa kiribû de, ji bo KDP-Tirkiyeyê Ozan Gardaş weke namzet nîşan dabû. Lê di endama bertekên raya giştî de namzetiya Ozan Gardaş paşve kişandibû. HDP ji bo namzetê Hevşaredariya Çinarê Serokê navçeya Sûrê yê partiya xwe Bedrî Kaya weke namzet nîşan da. HDP û KDP- Tirkiye li ser namzetiya Kaya li hev kirin.
Li gorî vê yekê, HDP’ê ji bo namzetiya Hevşaredariya Çinarê Necla Tamrîş û Badrî kaya diyar kirin. HDP dê di rojên pêş de çalakiyê li dar bixe û namzetên xwe bi gel bide nasandin.