Li Edeneyê ji bo çalakiya Leyla Guven piştgirî hat dayin
- 09:28 5 Sibat 2019
- Rojane
EDENE - Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven Endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê yên Edeneyê li ser Pira rêya E5'ê pankarta "Li dijî tecrîdê bêdeng nemînin û deng bidin serîhildanê" daliqandin û çalakiya dengderxistinê pêk anîn.
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 90'an. Çalakiyên piştigiriyê yên ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven didomin. Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven Endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê yên Edeneyê li ser Pira rêya E5'ê pankarta "Li dijî tecrîdê bêdeng nemînin û deng bidin serîhildanê" daliqandin û çalakiya dengderxistinê pêk anîn. Ciwanan dirûşma "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin. Polîsên ku hatin cihê bûyerê pankarta ji bo Leyla Guven jê kirin.
Dîsa li Kuçeya Şakirpaşa ya Navçeya Seyhanê ya Edeneyê ji bo çalakiya Leyla Guven çalakiya derxistina deng hat kirin. Girseya ku fîşekên havaî teqandin dirûşmên "Leyla Guven rûmeta me ye","Bijî berxwedana zindanan" berz kirin û li fîkandin.