Jiyanek bi têkoşînê dagirtî: Hacer Halîl Yusuf 52 roje di greva birçîbûnê de ye

  • 09:23 5 Sibat 2019
  • Rojane
STENBOL- Hacer Halîl Yusuf ya li Efrînê hatiye dinê, 24 sale li Tirkiyeyê girtiye. Hacer ya ku dibêje ‘carek din bêm dinê ez ê dîsa ji bo gelê xwe têdikoşim’ 52 roje di greva birçîbûnê ye. Xwişka wê Xezal Halîl Yusuf diyar kir ku ew bawer dike ku wê girtî bigihêjin armanca xwe û tecrîd bişkê. Xezalê wiha got: “Ger em li ber xwe nedin, em bedel nedin, em ê bedelên hîn girantir bidin.”
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kir û piştî wê li dehan girtîgehan tevlîbûn çêbûn û grev didomin. Leyla ya di roja 90’emîn a grevê de ye,ji bilî wê li girtîgehên cuda jî 51 jin bi giştî 281 girtî bi heman daxwazê grevê didomînin.
 
24 sale di girtîgehê de ye
 
Hacer Halîl Yusuf ya li girtîgeha Tîpa M ya Saziya Înfaza Gebezeyê de ye, yek ji girtiyên ku ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger. Hacer di 1970’ê de li gundê Xelîl a Efrîn ya Bakurê Sûriyeyê hatiye dinê û ji 33 sal jiyan têkoşîna xwe 24 sal di girtîgehê de derbas kiriye. Hacar di 16’ê Kanûnê de ket grevê û greva wê di roja 52’emîn de ye. Xwişka wê Xezal Halîl Yusuf jiyan têkoşîn û greva birçîbûnê ya Hacerê vegot.
 
‘Ji ber sedema îxbarê ji Sûriyeyê derket’
 
Xezalê bi lêv kir ku Hacerê tu car kes neşikandiye û ji zarokatiya wê de ew ji bo malbatê gelek hêja bûye û wiha pê de çû: “Dema bavê min mir ew 18 salî bû. Piştî bavê min tevlî têkoşînê bû. Xebatên cuda meşand. Xebatên wê yên şanoyê hebûn. Stran digot. Li Efrînê 6 salan di nav gel de xebat meşand. Dema li Efrînê bû îxbara wê hat kirin. Me got wê bê girtin. Me dizanî ku dest ji partî û têkoşînê bernade. Me got qe nebe bila neyê girtin. Dayika min jî jê re got ‘tu dikarî biçî ji vir biçe’. Hacer di encama îxbarê de ji Sûriyeyê derket. Gel pir ji Hacerê hez dikir. Piştî Hacer ji Sûriyeyê derket gelek kesî navê zarokên xwe yên hatin dinê Hacer danîn.”
 
‘Piştî hat girtin îşkence dît’
 
Xezalê destnîşan kir ku Hacer di îlona 1992’an de debasî Tirkiyeyê bûye û 3 salan li gundan di nav gel de xebat meşandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sê sal şûnde hat girtin. Li gundekî Çelê hat girtin. Ji wir birine Amedê. Du mehan di odeyekê de hiştin û îşkence lê kirin. Destê wê girêdayê askiya Fîlîstînê dane sekinandin.Piştre birin girtîgeha Amedê. Piştre dayika min û xalê min çûn hevdîtina wê. Piştre xalê min carek din çû û ew jî binçav kirin. Ji ber vê em 10 salan neçûn serdana Hacerê. Piştre birin Mîdyatê. Agahî şand got bên hevdîtina min. Em çûn. Piştî Mîdyatê birin Gebzeyê. Piştî şerê Efrînê ez jî hatim vir. Ez diçim hevdîtinê. Dema nû hatim nikaribûm biçim. Piştre birayê min hat Tirkiyeyê û parêzerek dît. Parêzer tabloya malbatê ji Sûriyeyê xwest û em bi vî awayî çûn hevdîtinê.”
 
‘Heta bijîm ez ê têkoşînê bidim’
 
Xezalê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Piştî Leyla Guven ket grevê em çûn hevdîtinê. Hacerê got ‘Xezal ez tiştekî ji te re dibêjim. Xemgîn nebe. Ger tiştek bi min bê bila serê te bilind be. Ez heta bijîm ez ê têbikoşim.’ Min got çi bûye.’ Got ‘min dest bi greva birçîbûnê kirieye’. Ez li dijî vê derketim. Min got ‘Tu nekevê, bi salane tu di girtîgehê de yî. Bila hinekên din bikevinê.’ Wê jî got ‘Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bişkê. Ji derve jî gelek kes dikevinê’.”
 
‘Em li pişt têkoşîna wê ne’
 
Xezalê daxuyakirin ku Hacer ji bo malbata wan pir girînge û got ew di girtîgehê de ye lê hemû gûh didin gotinên wê û wiha got: “Malbata me li yek gotinek wê dinêre. Hacer ji bo me gelek bi nirx e. Ez fikirim ku biryara wê rast e. Em jî li pişt têkoşîna wê ne. Hacer her hefte li dayika min digere û dibêje ‘Dayê cezayê min hindek maye. Ez ê derkevim. Em ê bi hev re li Efrîn û Kurdistanê bigerin. Temenê min yê maye ez ê bi dayika xwe re derbas bikim’. Dayika min piştî hîn ku ketiye grevê gelek xemgîn bû. Lê em li dijî biryara wê rêzdarin.”
 
‘Ji bo şikandina tecrîdê em bibin yek’
 
Xezalê destnîşan kir ku di roja 24’ê greva birçîbûna Hacerê de çûye hevdîtina wê û wiha berdewam kir: “Hacerê kîlo daye. Dibêje ‘ji bo min xemgîn nebe’. Ji bo ev tecrîd rabe divê em hemû bibin yek, bibin xelek. Divê em li dijî vê derkevin. Em bawer dikin ku wê ev çalakiya wan bi ser keve û tecrîd jî bê kişandin. Ger em berxwe nedin, em bedel nedin, wê bedelên hîn bêtir mezin bên dayîn.”