'Leyla Guven îradeya bi milyonan e'
- 09:13 5 Sibat 2019
- Rojane
SorgulŞêxo
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de got:"Leyla Guven rûmet û vîna me ye. Ger tiştek bi wê bê berpirsê vê yekê dewleta tirk e."
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 90'an. Çalakiyên ji bo piştgiriyê her ku diçin zêde dibin. Têkildarî mijarê de
Endama Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir wiha got:"Dewleta tirk vîn û azadiya Gelê Kurd her dem hedef digire. Leyla Guven li dijî vê yekê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Ev çalakiyek bi rûmet e. Em ê heta dawiyê piştigiriyê bidin vê çalakiyê."
'Daxwaza Leyla daxwaza hemû Kurdistanê ye'
Gulîxanê got:"Di dîrokê de bi sedan jinan li dijî faşîzmê li berxwe dane û hîn jî li berxwe didin. Li dijî koletiyê serî netewandine û natewînin. Jinên wekî Leyla Qasim, Viyan Soran, Sakîne Cansiz, Nefer Tîtî qet serî netewandin. Yek ji van jinan Leyla Guven e. Daxwaza Leyla daxwaza hemû Kurdistanê ye. Em ê heta dawiyê piştigiriyê bidin çalakiyên grevên birçîbûnê."
'Leyla Guven îradeya bi miyonan e'
Gulîxanê herî dawî wiha got:"Leyla Guven rûmet û vîna me ye. Ger tiştek bi wê bê berpirsê vê yekê dewleta tirk e. Dewleta tirk vîn û azadiya Gelê Kurd her dem hedef digire. Leyla Guven li dijî vê yekê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Ev çalakiyek bi rûmet e. Em ê heta dawiyê piştigiriyê bidin vê çalakiyê."