'Min navê Barîn Kobanê li keça xwe kir da ku ew her bijî'

  • 09:10 5 Sibat 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Jina bi navê Kewser Ismayîl a ku navê Berxwedêr Barîn Kobanê li keça xwe kir hestên xwe wiha anî ziman:"Min navê Barîn Kobanê li keça xwe kir da ku ew her bijî. Em ê tu carî lehengên wekî Barîn Kobanê ji bîr nekin. Ew ê her di dilê me de bijîn."
 
Berxwedêr Barîn Kobanê di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê de jiyana xwe ji dest dabû. Ji aliyê OSO'yê ve îşkence li bedena Barîn Kobanê hatibû kirin û ev yek bûbû sedema bertekên mezin ên li dijî OSO'yê. Jinên Kurd ên ku Barîn Kobanê her di dilê wan de jî navê Barînê li zarokên xwe dikin û wê bi bîr tînin. Yek ji jina Kurd a bi navê Kewser Ismayîl a li Hesekê dijî navê pitika xwe kir Barîn. Kewserê bi lêv kir ku ew bi lehengên wekî Barîn Kobanê serbilind in û wiha got:"Barînê sembola jina azad e. Em ê li ser şopa doza wê bin û her navê wê bi bîr bînin."
 
'Em ê her di nava têkoşînê de bin û serî hildin'
 
Kewserê wiha got:"Ez gelek bextewar im ku keçek min çê bû û min navê wê kir Barîn. Dê keça min hêza xwe ji navê xwe bigire. Barîn a gula Rojava dê her di dilê me û mejiyê me de zindî be. Dijminê ku îşkence li bedena Barîn kirin vîna jinê ya azad hedef girt. Lê em wekî Jinên Kurd tu tiştekî ji hêz û vîna xwe ya azad winda nakin. Em ê her di nava têkoşînê de bin û serî hildin."
 
'Min navê Barîn Kobanê li keça xwe kir da ku ew her bijî'
 
Kewser Îsmayil herî dawî wiha got:"Min navê Barîn Kobanê li keça xwe kir da ku ew her bijî. Em ê tu carî lehengên wekî Barîn Kobanê ji bîr nekin. Ew ê her di dilê me de bijîn. Barînê sembola jina azad e. Em ê li ser şopa doza wê bin û her navê wê bi bîr bînin. Jinên Kurd xwedî dîrokek kevnar in ew ê tu carî dîroka xwe ji bîr nekin. Em bi têkoşînê li ser piya dimînin. Loma em tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin."