Jinên Kampa Rojhilat a Minbicê: Dengê me bibihîsin!

  • 09:06 5 Sibat 2019
  • Rojane
Sîbîliya El-Ibrahîm
 
MINBIC - Jinên li Kampa Rojhilat a Gundê El-Exder a Minbicê dimînin zor û zehmetiyên ku dikişînin wiha rave kirin:"Li Kampa Rojhilat ji ber ku zivistan e şert û mercên li vir hîn zehmetir bûye. Dengê me bibihîsin. Bila herkes destên xwe dînin ser wicdanê xwe. Bila rêxistinên mafên mirovan hestiyar tev bigerin."
 
Zehmetiyên koçberên Kampa Rojhilat a Gundê El-Exder a Minbicê di demsala zivitan û havînê de zêdetir dibe. Koçberên ku li Kampa Rojhilat dimînin gazinan dikin û tînin ziman ku konên ku ji bo wan hatine vedan wan ji germahiya havînê û ji sermaya zivistanê naparêzin. Her wiha koçberên ku li kampê dimînin nerazîbûna xwe ya li dijî rêxistinên mafên mirovan jî tînin ziman û dibêjin ku ew perywira xwe bi cih nînin û bêdeng dimînin. Jinên  li kampê dimînin bi lêv dikin ku herî zêde jin û zarok zehmetiyan dikişînin.
 
'Bi salane ez êşa kezebê dikişînim'
 
Jina bi navê Aîyşa El-Mesûd a ji Bajarê Dêrazorê wiha got:"Ji ber êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Dêra Zorê sê zarokên min jiyana xwe ji dest dan. Bi salane ez êşa kezebê dikişînim. Piştre min berê xwe da Reqayê. Lê DAÎŞ'ê ji ber ku êrîşî vir jî kir şûn de em li Kampa Rojhilat bi cih bûn. Hevserê min 80 salî ye û nexweş e. Divê bê emeliyatkirin lê ew derfet tune ye. Loma gelekî êşê dikişîne." 
 
'Rêxistinên mafên mirovan çavên xwe girtine'
 
Her wiha jina bi navê Sefa El-Selûm diyar kir ku ew di nav rewşek zehmet de dijîn û rêxistinên mafên mirovan çavê xwe girtine û got:"Divê kaça min jî  bê emeliyatkirin û lawê min bi nexweşiya dil e. Ez nikarim wan derman bikim. Ji ber ku zivistan e serma zêde ye. Loma baran dikeve nav konê me. Rêxistinên mafên mirovan çavên xwe girtine."
 
'Kes dengê me nabihîse'
 
Şîraz El-Elî da zanîn ku divê hemû kes destên xwe dînin ser wicdanê xwe û wiha got:"Ji ber sermaya zivistinê em gelek zehmetiyan dikişînin. Lê kes dengê me nabihîse. Em banga li hemû kesan dikin ku dengê me bibihîsin."
 
'Dengê me bibihîsin'
 
Herî dawî Şewqa El-Ilêwî a ji Dêr El-Hafirê ya girêdayî gundewarên bajarê Helebê ye wiha got:"Rewşa me ya aborî gelek xirab e. Em gelek pêdiviyên xwe nikarin bi cih bînin.Li Kampa Rojhilat ji ber ku zivistan e şert û mercên li vir hîn zehmetir bûye. Dengê me bibihîsin. Bila herkes destên xwe dînin ser wicdanê xwe. Bila rêxistinên mafên mirovan hestiyar tev bigerin."