ROJEVA 5'Ê SIBATA 2019'AN

  • 09:00 5 Sibat 2019
  • Rojev
*Jinên li Kampa Rojhilat a Gundê El-Exder a Minbicê dimînin zor û zehmetiyên ku dikişînin wiha rave kirin:"Li Kampa Rojhilat ji ber ku zivistan e şert û mercên li vir hîn zehmetir bûye. Dengê me bibihîsin. Bila herkes destên xwe dînin ser wicdanê xwe. Bila rêxistinên mafên mirovan hestiyar tev bigerin." DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Kewser Ismayîl a ku navê Berxwedêr Barîn Kobanê li keça xwe kir hestên xwe wiha anî ziman:"Min navê Barîn Kobanê li keça xwe kir da ku ew her bijî. Em ê tu carî lehengên wekî Barîn Kobanê ji bîr nekin. Ew ê her di dilê me de bijîn."DÎMEN HEYE
 
*Endama Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de got:"Leyla Guven rûmet û vîna me ye. Ger tiştek bi wê bê berpirsê vê yekê dewleta tirk e."
 
*Sûka Kevn a dîrokî ya Cizîrê li hember krîzê berxwe dide û hejmarek kêm a bazirganên jin jî hatine asta ku dikanên xwe bigirin. Gulîzar Olmez diyar kir ku ew dixwazin vê pêvajoyê derbas bikin û li bende piştgiriyê ne.DÎMEN HEYE
 
*Hacer Halîl Yusuf ya li Efrînê hatiye dinê, 24 sale li Tirkiyeyê girtiye. Hacer ya ku dibêje ‘carek din bêm dinê ez ê dîsa ji bo gelê xwe têdikoşim’ 52 roje di greva birçîbûnê ye. Xwişka wê Xezal Halîl Yusuf diyar kir ku ew bawer dike ku wê girtî bigihêjin armanca xwe û tecrîd bişkê. Xezalê wiha got: “Ger em li ber xwe nedin, em bedel nedin, em ê bedelên hîn girantir bidin.” BI DÎMEN
 
*Namzeta hevşedariyê ya HDP’ê ya Qelqeliyê ya Wanê Dîlan Ogrencî diyar kir ku wê bi taybet projeyên derbarê jin û ciwanan de bikin jiyanê û şaredariyên hatine xespkirin jî wê şûnde bigirin.
DÎMEN HEYE
 
*Şêniyên taxa Ferît Koşk a Amedê ku ji aliyê qeyûm ve ji mafên ceyran, perwerde û xizmetên wek veguhestinê bêpar tên hiştin, hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê bi bîr xistin û diyar kirin ku bila qeyûm nêzî sînorê taxa wan jî nebe. BI DÎMEN