Gelê Wargeha Mexmûrê ji bo Leyla Guven peyam şandin

  • 08:55 5 Sibat 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Gêlê Wargeha Ş.Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP'ê Colemergê ya  Leyla Guven a ku 90 roj e ji bo tecrîta girankirî a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva  birçibuyinê de ye peyam şandin. 
 
Gêlê Wargeha Ş.Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP'ê ya Colemergê Leyla Guven a ku 90 roj e ji bo tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva  birçibuyinê de ye peyam şandin. Gelê Wargehê weke temsîla hemû nifşên Wargehê jin,ciwan,zarok,mêr  ji bo piştevaniya xwe bidin nîşandan peyam şandin. 
 
Gelê Wargeha Penaberan  di peyama xwe de wiha gotin: “Em wekî welatiyên Wargeha Mexmûrê ji Leylaya ku di oxira azadiya Kurdistanê de bi salan e têdikoşer, re silavên germ dişînin. Leyla Guven ji bo tevahiya zarokên Kurdistanê û Gelê Kurd ev çalaki dest pê kir. Ew bi helwest û têkoşîna xwe bûye leheng. Em weke dayik, ciwan, zarok û hemû welatiyên wargehê piştevaniyê didin Leyla Guven."