Gelê Mexmûr’ê ji bo Leyla Guven peyam şandin
- 21:16 4 Sibat 2019
- Rojane
MEXMÛR - Gelê Wargeha Ş.Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo hevseroka KCD’ê û Parlementera Colemergê Leyla Guven a ku 89 roje ji bo tecrît a girankirî a li ser Rêberê PKK ê Abdullah Ocalan di greva birçibuyinê de ye peyam şandin.
Gelê Wargeha Ş.Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo hevseroka KCD’ê û Parlementera Colemergê Leyla Guven a ku 89 roje ji bo tecrît a girankirî a li ser Rêberê PKK ê Abdullah Ocalan di greva birçibuyinê de ye peyam şandin. Gelê Wargehê wekê temsîla hemû nifşên Wargehê jin,ciwan, zarok, mêr ji bo piştewaniya xwe bidin Leyla Guven peyam şandin.
Gelê Wargehê di peyama xwe de dîyar kirin ku:
“Em Wargeha Penaberan ji dilên Penaberên ku bisalane hesreta Welat dikşînin, ji Leyla ye ku di oxira Azadiyê de Kurdistan xwe re kiriyê Mecnun û buyê Leyla re silav û heskirinên xwe dişinin. Ger ku jiyanek Azad hebe ev jî teqez bi Rêber Apo re wê bê jiyîn.
Leyla Guven ji bo tevahiya zarokên Kurdistanê û gelê Kurd ev çalaki destpê kir. Wê ji bo hemû zarokên Kurdistanê despêkiriyê ji ber wê yekê jî em jî weke ciwan pîştgirî didin Leyla Guven.
Em weke Wargeh deyîndarî Leyla Guven’in
Bi çalakiya Leyla Guven me agahiyek ji Rêber Apo girt. Em ji ber wê yeke jî deyîndarê Leyla Guvenin. Ew bi berxwedana xwe bu qehramana demê.”
Gelê Wargeha herî dawî jî diyar kirin ku: “Em weke dayik, ciwan, zarok û hemû gelen Wargehê piştevaniya xwe didin Leyla Guven.”
Peyama ku ji bo Leyla Guven hat dayîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxweda Zindanan” hat bi dawî kirin.