Ayten Ozturk a 6 mehan di bin çavan de ma neanîn dadgehê

  • 16:14 4 Sibat 2019
  • Rojane
ENQERE - Ayten Ozturk a piştî 6 mehan di bin çavan de man û şûn de derket holê ku li Şaxa TEM’ê ya Enqerê ye û hat girtin, bi hinceta ewlekariyê neanîn danişîna wê ya yekemîn. 
 
Ayten Ozturk a di 8’ê Adara 2018’an de, li Balafirgeha Lubnanê hat binçavkirin û heta 6 mehan agahî jê nehat girtin û dûre derket holê ku li Şaxa TEM’ê ya Enqerê ye û hat girtin bi hinceta ewlekariyê neanîn danişîna wê ya yekemîn a li 16’emîn Dadgeha Cezayê Girana a Enqerê hat dîtin. Parêzer, malbat, xwişk û birayên Aytenê beşdarî danişînê bûn. Ayten li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin û bi hinceta ewlekariyê ne anîn dadgehê.
 
Piştî danasîna nasnameyê danişînê dest pê kir. Gelek parêzer beşdarî danişînê bibûn,  lê şandeya dadgehê biryar da ku tenê sê parêzer parastinê bikin. Ji parêzerên Aytenê Murat Yilmaz dest pêkê parastin kir û wiha axivî: “Ne anîna muwekîla min a danişînê, pêkanînek keyfî ye. Dosya aîdê 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ye. Lê Dadgeha Stenbolê, ji nişkave biryar da û dosya ji bo 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê şand. Ev yek teqez nayê qebûl kirin. Muwekîla min ji bo parastina bike tê astengkirin. Min muwekîla xwe dît. Em bûn şahidê hemû îşkenceyên li wê hatine kirin.Dozgerê Stenbolê yê muwekîla me dît, me dît ku qet li birînên wê mêze nekirin û li ser vê yekê jî got ‘em ne karê mine.’ Dozgerê Cezayê Sûlhê jî bi heman awayî li muwekîla me mêze nekir. Ligel ku li ser bendena muwekîla me şopên îşkenceyê jî hebûn, hat girtin.” 
 
Divê bianîna daneşînê
 
Ji parêzerên Aytenê Betul Vangolu Kozagaçli jî parastin kir  û wiha got: “Diviya bû îro muwekîla min beşdarî danişînê bibûya. Lê rayedarên girtîgehê bi hinceta ‘ewlekariyê û em nikarin biparêzin’ ne anîn danişînê. Derbarê muwekîla min de îdîanemeyek hatiye amadekirin. Dema mirov berê xwe dide îdîanemeyê em sûçekê şênber nabînin. Lê dadgeh dixwaze vê mijarê bigire. Ger darizandin çêbe, divê li Stenbolê çêbe. Em edaletê dixwazin, lê em edaletê nabînin.”
 
Şandeya dadgehê piştî parastina parêzeran, biryar da ku girtina Aytenê berdewam bike, dosyeya dozê ji nû de ji 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re bê şandin. Şandeyê dîsan, roja diyarkirina danşînê li benda biryara Stenbolê hişt.