Jinên Kurd ên Êzidî: Rêber Apo jêderka azadiyê ye

  • 14:46 4 Sibat 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Jinên Kurd ên Êzidî yên Şengalê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de gotin:"Tecrîda giran a li ser Rêber Apo li tu derê cîhanê nehatiye dîtin. Em vê neheqiyê qet qebûl nakin û qadên navneteweyî yen ku bêdeng dimînin şermezar dikin."
 
Derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de Jinên Kurd ên Êzidî yên Şengalê diyar kirin ku ew ji bo tecrîd bi dawî bibe her di nava têkoşînek mezin de ne û wiha gotin:"Rêber Apo jêderka azadiyê ye, divê demildest tecrîd bi dawî bibe."
 
'Heta tecrîd bi dawî bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin'
 
End. Meclîsa TAJÊ Tekuz Xidir got:"Em vê tecrîda giran a li ser Rêberê xwe qebûl nakin. Em ê li felsefe û têkoşîna Rêberê xwe her dem xwedî derkevin. Li dijî vê tecrîda ku tê meşandin divê em her dem têkoşînek hevpar bidomînin. Heta tecrîd bi dawî bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin."
 
'Rêber Apo jêderka azadiyê ye'
 
Jina bi navê Nesima Heci jî wiha got:"Em wekî jinên Êzidî vê zilma li ser Serokatî tê kirin qebûl nakin. Em ê heta dawî piştigiriyê bidin çalakiyên grevên birçîbûnê. Tecrîda giran a li ser Rêber Apo li tu derê cîhanê nehatiye dîtin. Em vê neheqiyê qet qebûl nakin û qadên navneteweyî yen ku bêdeng dimînin şermezar dikin.Rêber Apo jêderka azadiyê ye, divê demildest tecrîd bi dawî bibe."