Esengul Demîr: Me peyama ji Bakirkoyê hat girt
- 12:24 4 Sibat 2019
- Rojane
STENBOL - Hevseroka Bajar a HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr, diyar kir ku gel li çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de ku li grtîgehan belav bû ye xwedî dertê û ji bo wan jî peyam hatiye dayîn. Esengul got, "Ev ji bo stenbolê destpêk e"
Duh bi deh hezaran kesên ku li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê kom bûn, bûn dengê Hevseroka Kongreay Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û girtiyên di girtîgehan de ku di greva birçîbûnê de ne. Hevseroka HDP'ê ya Bajar a Stenbolê Esengul Demîr mîtîng û peyama di mîtîngê de hat dayîn nirxandin.
'Gel îspat kir ku ew li berxwedanê xwedî dertê'
Esengul anî ziman ku bi rojan wan ji bo mîtîngê xebat dane meşandin û wiha got. "Dema ku em girseya hat mîtîngê nêrt me dît ku xebatên me yên ji bo vê mîtîngê encam girtine .Gelê me bi tevlibûna xwe ya mîtîngê nîşan da ku ew li berxwedanê xwedî dertê. Ev ji bo Stenbolê destpêk e. Bi taybetî me got ku em li cem rêhevalên xwe yên li girtîgehan e û ev berxwedan ji aliyê gel ve jî tê pejiarandin. Lê xebatên piştî vê jî girîng û krîtîk in. Em ê disa mal bi mal bigerin û xebata xwe mezintir bikin."
'Me peyamek zelal girt'
Derbarê peyama kesên ku tevli mîtîngê bûn de jî Esengul ev tişt got: "Gelê me nîşan da ku ew li dijî tecrîdê ne û li cem nîzê 300 kesên girtî ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Gelê me bi tevlibûna xwe ya mîtîngê peyama ku ew li gel berxwedanê ne û lê xwedî derdikevin da. Gelê me ev peyam bi tevlibûna xwe û bi dirûşmên xwe peyamek zelal a berxwedanê da me."