Gelê Hesekê li dijî tecrîdê daket qadan
- 17:34 3 Sibat 2019
- Rojane
HESEKÊ - Bi armanca piştgirya berxwedana Zindanan bi hezaran gelê bajarê Hesekê bi hemû neteweyên xwe kurd ,ereb û suriyanî daketin qadan, tecîrîda li Îmraiyê şermezar kirin û piştgirî dan çalakvanên di greva birçîbûnê de.
Bi armanca piştgiriya çalakiya greva birçîbûn ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku di roja 88'emîn de berdewam dike û çalakgerên rêhevalên wê daketin kolanan û bi yek dengî gotin; “Bi rihê berxwedana zindanan em ê bi ser bikevin.”
Di meşa ku hat lidarxistin de nûnerên sazî û rêveberiyên xweseriya demuqratîk û Eşîrên erebî amade bûn. Meşvanan al û pankartên li ser niva ” Bi rihê berxwedana zindanan em ê bi ser bikevin” ,”jin jiyan e " û wêneyên Perlementera HDP’ê Leyla Goven , Nasir Yaxaz û yên rêberê PKK’ê Abdulah Ocelan hilgitin.
Meş ji çarxereya Sînalko hat destpêkirin û li çarxereya Itfayê veguherî mitîngê. Li cihê meşvan lê rawestiyan deqeyek rêz hat girtin û piştre Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo axivî. Evînê diyar kir ku pergala Netewa Demokratîk bi azadiya rêber Abdulah Ocelan dê bi ser bikeve û wiha got “Em hemû Leyla ne , gelê Bakûr û Rojhilatê FIratê her di nava çalakiyan de ne û piştgiriyê didin berxwedana zindanan. Soza me ew e ku pergala ÎmralIYÊ hilweşînin û bi rêber Apo re azad bijîn .Leyla ji kaniya fikirê ya Rêber Apo vexwriye û wekî jinek cihê xwe di HDP’ê de girtiye. Leyla bi berxwedana xwe bû mînaka jina azad û deng û rengê gelê Bakûr.”
Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan “ bi dawî bû .