Rojnameger Zehra Dogan ji bo xelata azadiya îfadeyê namzet hat nîşandan

  • 10:26 2 Sibat 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Zehra Dogan a ku ji 2'ê Hezîranê 2017'an heta niha di girtîgehê de ye ji bo xelata azadiya îfadeyê namzet hat nîşandan.
 
Ji bo Xelatên Azadiya Îfadeyê ya (2019 Freedom of Expression Awards) namzet hatin diyarkirin. Rojnameger û Wênesaz Zehra Dogan a ku ji 2'ê Hezîranê 2017'an heta niha di girtîgehê de ye ji bo xelata azadiya îfadeyê di beşa hunerê de namzet hat nîşandan.
 
Kesên ku xelatê bigirin dê di galaya ku li Londarayê wê pêk bê bê diyarkirin.