ROJEVA 2'Ê SIBATA 2019'AN
- 09:00 2 Sibat 2019
- Rojev
*Jina bi navê Ayîşa Ebd El-Hemîd a ji Reqayê bi keda destên xwe gelek cureyên kincan çê dike û ji ber karê ku dike jî gelek kêfxweş e. Ayîşayê wiha dibêje:"Ji zarokatî ez karê bi destan çêkirina kincan dikim. Niha gelek kes kincên ku ez çê dikim li xwe dikin û bextewar dibin. Dema ku ez dibînim ew bextewar dibin ez jî bextewar dibim." DÎMEN HEYE
*Endama MYK'a HDP’ê Gulsum Agaoglu diyar kir ku wek her hilbijartinê di vê hilbijartinê de jî nûneriya jinê polîtîkaya wan e û got: “Em tu car dest ji pergala hevserokatiyê bernadin. Sekna me zelal e.”DÎMEN HEYE
* Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo mîtînga dê ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven, di 3’ê Sibatê de li Bakirkoyê pêk bê bang kirin û gotin:"Em li malên xwe negirîn. Em li kolanan dengê xwe bilind bikin." DÎMEN HEYE
*Ji bo Şaredariya Basanê ku ji sala 1989’an heta niha ji aliyê Bahattîn Aktug ê bi nêzîkatiya xwe ya AKP’ê tê zanîn ve tê bi rêvebirin, Zîlan Ecevît namzeta hevşaredariyê hat nîşandan. Zîlanê diyar kir ku ji bo ev pergal biguhere ketine vê rê û got ji bo wan a esas jin in.
Yek ji namzeta hevşaredariyê ya Şaredariya Basanê ya Şirnexê Zîlan Ecevît e. Zîlan a ku ji HDP’ê bû namzet, li dijî pergala serdest a mêr a li navçeyê derket rê. DÎMEN HEYE
*Partiyên siyasî yên namzetên xwe yên şaredariya nîşan dan, di şaredariyên mezin de namzetên mêr nîşan dan. Ji bilî HDP’ê di partiyên din de hejmara namzetên jin gelek kêm in. Jin derbarê mijarê de wiha dibêjin: “Kêmbûna namzetên jin rewşek ne baş e. Divê êdî di siyasetê de nûneriya wekhev pêk bê. Çima jin tune bin?” DÎMEN HEYE
*Beriya hilbijartinên 31’ê Adarê yek ji bajarên ku herî zêde xîle lê tên kirin Sêrt e. Li Sêrtê li gorî tespîtên HDP’ê kirine, li xaniyên vala heta niha 2 hezar û 17 hilbijêrên xeyalî hatine tespîtkirin. Meral Daniş Beştaş a HDP’î diyar kir ku îtîrazên li Lijneya Hilbijartina Navendî kirine, bersiva wê hatiye û wiha hatiye gotin ‘Niha dibe vala bin lê peymanên wan yên kirê hene, dem di dem tên rûdinin.”