'Em bi rihê berxwedana zindanan bên cem hev'
- 09:06 1 Sibat 2019
- Rojane
AMED - Endamên Meclîsa Jinên Ciwan ên HDP’ê bi şîara ‘Jiyana azad bi jina azad pêkan e’ wê konferansê pêk bîne. Endamên meclîsê ji bo konferansê bang kirin û gotin ‘Em bi rihê berxwedana zindanan di konferansa jinan de bên cem hev.’
Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê bi şîara ‘jiyana azad bi jina azad pêkan e’ di 17’ê Sibatê de li Amedê tên cem hev. Konferans wê li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a HDP’a Amedê pêk bê. Ji seranserê Tirkiyeyê wê tevlîbûn pêk bên.
Di konferansê de, nasnameya jinê, taybetiyên wê û têkoşîna azadiya jinê di serî de gelek pirsgirêk wê bên nîqaşkirin. Her wiha wê pirsgirêkên rêxistinbûnê jî wek Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê bên nîqaşkirin, ji bo çareseriyê dê rê bên nîqaşkirin. Her wiha derbarê çalakiyên greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên li girtîgehê de jî bernameya çalakiyan bê amadekirin.
‘Dixwazin rêxistinbûna jinên ciwan asteng bikin’
Endama Meclîsa Jinên Ciwan Canan Orug destnîşan kir ku Gelê Kurd di pêvajoyek zehmet de derbas dibe û ji sala 2015’an heta niha bi hezaran ciwan hatine girtin û got: “Li dijî zextan rêxistinbûn gelek girîng e. Divê jin li her derê li malê, dibistanê, kolan û kargeriyan ligel hev cih bigirin. Divê em hêza xwe danin holê. Jin bi sedsalane ji aliyê mêran ve tên qetilkirin û binpêkirin. Di şer de ewil ew hedef tên girtin. Niha bi sedan ciwan û xwendekar di girtîgehan de ne. Pêşengên civakê ciwan û bi taybet jî jinên ciwan asteng dikin.”
‘Em ê xwe rêxistin bikin’
Cananê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilatdarî naxwazin civak bibin xwedî hişmendî û li Tirkiyeyê jî tê xwestin ev pêk bê. Cananê wiha got: “Herî zêde jî gelê Kurd tê qetilkirin û tên girtin. Em ê bi rihê berxwedana li zindanan bilind dibe di konferansê de bên cem hev.”
Endama Meclîsa Jinên Ciwan Dîlan Orak bi lêv kir ku li dijî ciwanan polîtîkayek zextê ya bi zanebûn tê meşandin û wiha got: “Du meh berê me kongre pêk anî. Di kongreyê de daxwaza ciwanan derket holê. Em ê li dijî asîmîlasyonê xwedî li çand, dîrok û zimanê xwe derkevin. Em ê di konferansa xwe de di şexsê Leyla Guven de grevên birçîbûnê silav bikin û xwedî li îradeya xwe derkevin.”