ROJEVA 1'Ê SIBATA 2019'AN

  • 09:00 1 Sibat 2019
  • Rojev
*Derbarê 13'emîn salvegera şehadeta berxwedêr Leyla Walî Huseyin (Viyan Soran) a ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir jinên Kobanê yên ku navê Viyan Soran li zarokên xwe kirine axivîn û gotin:"Me xwest em navê Viyan Soran li zarokên xwe bikin û li têkoşîna wê xwedî derkevin. Viyan Soran ji bo me xeta azadî, têkoşîn û aştiyê ye em ê heta dawî şopdarê doza wê bin." 
DÎMEN HEYE
 
*Leyla Wali Huseyin (Viyan Soran) ji bo tecrîda giran û zextên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe li Herêma Heftanînê bedena xwe da ber agir. Derbarê 14'emîn salvegera şehadeta berxwedêr Viyan Soran de jinên Til Temirê hestên xwe anîn ziman û  gotin:"Viyan Soran ji bo me evîna serxwebûnê ya bi rûmet e. Em ê wê tu carî ji bîr nekin."DÎMEN HEYE
 
*Endamên Meclîsa Jinên Ciwan ên HDP’ê bi şîara ‘Jiyana azad bi jina azad pêkan e’ wê konferansê pêk bîne. Endamên meclîsê ji bo konferansê bang kirin û gotin ‘Em bi rihê berxwedana zindanan di konferansa jinan de bên cem hev.’DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr ji bo mîtînga di 3’ê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê pêk tê bang kir û wiha got: “Mîtîng di alî mijara ku bibe dengê hêzên demokratîk û aliyên civakî yên di bin dorpêçek mezin de ne, gelek girîng e.”DÎMEN HEYE
 
*Yildiz Çetîn a wek Hevşaredara Payîzava hat hilbijartin û piştî qeyûm dawî li peywira wê anî, projeyên xwe vê carê ji bo Erdîşê wê bike meriyetê. Yildiz a ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê wek namzeta hevşaredariya Erdîşê hat hilbijartin, diyar kir ku wê projeyên hevşaredara Erdîşê ya girtî Dîba Ermîş Keskîn temam bikin.DÎMEN HEYE
 
*Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kirye di roja 86'emîn de berdewam dike. Jinên Colemêrgê çalakiya Leyla Guven slav kirin û banga piştgiriya çalakiyê kirin. BI DÎMEN
 
*Hevseroka DBP’ê ya girtî Sebahat Tuncel, diyar kir ku heta pirsgirêka azadiyê ya gelê Kurd neyê çareserkirin, mirov nikarin behsa aştî, demokrasî û azadiyan bikin û wiha got: “Daxwaza esas ev e ku tecrîd û îzolasyon bê rakirin, dawî li îşkence û hiqûqa li Îmraliyê pêk tê, bê. Tiştê ku divê hemû rayagiştî bizane ev e: Heta daxwaz pêk neyên wê çalakiyên greva birçîbûnê bidomin.”