Tevî Hevseroka DBP'a Şirnexê Ayşe Altay 8 jin hatin berdan

  • 08:46 1 Sibat 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Di encama serdegirtina malan de Hevseroka DBP'a Şirnexê Ayşe Altay jî di nav de ji 8 jinên hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Navend Şirnex li 7 bajaran polîsan bi awayekî hevwext avêt ser malan û gelek kes binçav kiribûn. 8 jinên siyasetmedar ên hatin binçavkirin, piştî karên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Hevseroka DBP'a Navçeya Navendî ya Şirnexê Nûriye Bîlîr, Ayşe Îrmez, Gulsum Atak, Gulîzar Îşlek, Leyla Îşlek, namzetên Şaredariya Şirnexê Şîrîn Kiliç û Leyla Kilinç piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan. Her wiha Hevseroka DBP'a Şirnexê Ayşe Altay jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin, lê belê dadgehê bi şertê kontrola edlî Ayşe berda. 
 
18 jin hatin berdan
 
Di vê operasyona navborî de 22 siyasetmedarên jin hatibûn binçavkirin. Namzeta Hevşaredariya Cizîrê Berîvan Kûtlû jî di nav de duh 10 jin hatibûn berdan. 
 
Hat hînbûn ku 4 jinên hîn di binçavan de ne, wê îro sewqî edliyeyê bên kirin.