Sêyemîn dewreya hemşeriyan bi şahiyekê bi dawî bû
- 17:15 31 Çile 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Akademiya Tendrustiyê îro 3'emîn dewreya hemşeriyan a ji bo 47 kesî bi şahiyekê bi dawî kir.
Îro Akademiya Tendrustiyê 3'emîn dewreya bi navê' Xûyîn û Sawaş' ya ji bo 47 hemşeriyan bi şahiyekê bi dawî kir, şahî li hola rewabî ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Bi tevlîbûna bi sedan Endamên Komîteya Tendirustiyê û Akedemiya Tendurtiyê, her wiha bi dehan endamê sazî û desteyên sivîl û rêveberiya xweser amede bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Yekmîn kovara ku ji aliyê xwendekarên Akademiya Tendrustiyê hatibû çêkirin hat ragihandin. Her wiha çîroka jiyana Mihemed Xeyîrî Dûrmiş yek ji fermandarên tevgera Azadiyê ku tendurtî xwendibû, ji aliyê xwendekara Akademiyê Nûjîn Sarîk ve hat vegotin.
Di berdewamiya şahîyê de Koma seredem û koma Botan stran gotin. Paşê her 47 hemşireyên ku dewreya xwe qedandine bawernameyên xwe girtin û soza rastiya kar û şopandina wê dan.
Şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.