Ocalan bû 'welatiyê rûmetê' yê Tûfarayê
- 16:20 31 Çile 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îtalyayê, cara 10'emîn welatîbûna rûmetê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate dayin.
Şaredariya Tûfarayê ya bajarê Campobasso yê Îtalyayê, bû yek ji wan şaredariyan ku 'welatîbûna rûmetê' da Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Bi Tûfarayê re hejmara şaredariyên Îtalyayê yên 'welatîbûna rûmetê' dan Abdullah Ocalan derket 10'an. Komeleya "Padre Gîûseppe Tedeschî" bi vê armancê serî li Şaredariya Tûfarayê da û bal kişand ser girîngiya karên Ocalan ên ji bo aştî, demokrasî û edaleta li Rojhilata Navîn.
Di serlêdanê de hate ragihandin ku Abdullah Ocalan ji aliyê Gelê Kurd ve yê welatê wan bi 4 parçeyan hatine parçekirin wekê rêber tê qebûlkirin û têkoşîna Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê hate bibîrxistin ku di nava tecrîda li Îmraliyê dimeşîne.
Şaredar Donato Pozzûto daxuyaniyek da û diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo mafên Gelê Kurd têdikoşe. Pozzûto got, bi navê Konseya Şaredariya Tûfarayê, ji ber karên wî yên ji bo aştî, demokrasî û edaletê wan 'welatîbûna rûmetê' dane Abdullah Ocalan.
Tevî şaredariyên Campobasso û Castelbottaccîo, şaredariyên Palermo, Napolî, Palagonîa, Reggîo Emîlîa, Rîace, Martano, Pînerolo Ocalan weke welatiyê xwe yê rûmetê ragihandibûn.