HDP, namzetên xwe bi gel da nasîn
- 15:46 31 Çile 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê ya navçeya Qosera Mêrdînê namzetên Hevşaredar ên Qoserê bi gel dan nasîn. Namzetên Qoserê wiha gotin: “Em ê şaredariyên xwe ji destê wan bigirin û bi gelê xwe re navçeya xwe rêve bibin.”
Rêxistina HDP’ê ya navçeya Qosera Mêrdînê namzetên Hevşaredar ên Şaredariya Qoserê bi gel dan nasîn. Beriya ku namzet bi gel re bên gel hev li avahiya HDP’ê civîn hat kirin. Endam û rêvebirên HDP û DBP’ê yên Qoserê û gelek welatî ji tevli bernameya danasînê bûn.
Namzeta Hevşaredartiyê ya Qoserê Nîlufer Erîk Yilmaz di bernameyê de axaftin kir. Nîlufer, di destpêka axaftina xwe de Ugur Kaymaz ê ku di 21’ê Mijdara 2004’an de li navçeya Qoserê li ber deriye mala xwe bi 13 guleyan hat kuştin bi bîr anî û got ku qayimê tayînî şaredariya Qoserê hat kirin abîdeya ku ji bo Ugur Kaymaz hatibû danîn rakiriye û cara duyem ew kuştiye. Nîlufer, diyar kir ku dema behsa van tiştan dikin gelek xemgîn dibin û wiha got: “Qeyûm bi awayekî howane bi ser saziyên me yên jin û ciwanan de girt û dest danî ser hemû yan. Em ji gel re dibêjin ku em ê şaredarî û bajarê xwe carekedin ji destê wan bigirin û bi gel re rêve bibin. Şaredariyên me îro ji aliyê qeyûm ve veguherîne qereqolan û gel jê vê baş dibîne. Ev navçe ya me ye û şaredarî jî ya me ye. Em ê bi hev re bi xebatekeke xurt tiştê ku qeyûm ji me girtiyê paşve bigirin . Heta dawiyê em ê bi gelê xwe re bin û çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê ne bitenê em ê bi gelê xwe re çi pêwîst bike bikin. Roj roja têkoşînê ye.”
‘Îktîdar naxwaze ku pêşiya gel bê vekirin’
Piştî Nîlufer, Namzetê Hevşaredartiyê yê Qoserê Salih Kuday jî axaftin kir. Salih, bi lêv kir ku hilbijartina di 31’ê Adarê de pêk bê ji hemû hilbijartinên din gelek cuda tir e. Salih, di domandina axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Ev 3 sal in li ser Serokê gelê kurd tecrîdeke giran tê meşandin. Dibe ku malbata wê 15 deqeyan bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbe, lê nayê wê wateyê ku tecrîd rabûye. Ev tecrîd ne bi tenê li ser kesekî li ser tevahiya gel tê kirin.”
‘Em ê şaredariyên xwe carekedin ji destê wan bigirin’
Salih, di dirêjiya axaftina xwe de got ku beriya sê salan qayim tayînî şaredariyên DBP’ê hatine kirin û dest danîne ser 97 şaredariyan û vîna gel û ev tişt got: “Bi tayînkirina qayiman dest danîn ser şaredariyan û hevşaredarên me hatin girtin . îro hîn jî siyasetmedarên me di girtîgehan de ne. Heta niha di tu partiyekê de ev qas sîyasetmedar û rêvebir nehatine girtin. Ji bo gelê me çi pêwist bike em ê wê bikin. Em ê şaredariyên xwe carekedin ji destê wan bigirin.”
Piştî axaftinan HDP, namzetên xwe bi gel dan nasîn. Gel eleqeyeke mezin nîşanî namzedên xwe da û bi coş û dirûşman ew pêşwazî kirin.