Çalakiya Ciwanên Şoreşger bi dawî bû
- 13:00 31 Çile 2019
- Rojane
Frîde Zada
ŞEHBA - Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan serî hildin, tecrîdê têk bibin, Efrînê rizgar bikin" çalakiya ji bo piştigiriya grevên birçîbûnê dest pê kiribû. Çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger di roja 4'emîn de bi dawî bû.
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 85'an. Piştgiriya ji bo çalakiya grevên birçîbûnê her ku diçe belav dibe. Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan serî hildin, tecrîdê têk bibin, Efrînê rizgar bikin" çalakiya ji bo piştigiriya grevên birçîbûnê dest pê kiribû. Çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger di roja 4'emîn de bi dawî bû. Di dawiya çalakiyê de ji aliyê zarokan stran hatin gotin û civîn ji aliyê ciwanan ve hat lidarxistin. Di civînê de rewşa siyasî ya dawî hat nirxandin.
Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku ew ê heta dawiyê piştgiriyê bidin çalakiyên grevê birçîbûnê.
Endama Yekîtiya Jina Azad û Ciwanên Şoreşger ên Şehbayê Meryem Ibrahîm wiha got:"Armanca beşdarbûna çalakiyê piştgiriya ji bo çalakiya Leyla Guven e. Divê em hemû kes ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê piştgiriyê bidin. Tecrîda li ser Rêber Apo ne hiqûqî û li gor rêgezên mirovatiyê ye. Loma divê tecrîd demildest bi dawî bibe."
Rîm El-Edres a ji Navçeya Keferneyê wiha got:"Em ji bo şikandina tecrîdê her li berxwe didin û di nava têkoşînek mezin de ne. Em ê vê têkoşîna xwe mezin bikin. Divê em hemû dest bidin hevdu û li dijî tecrîdê bisekinin û destkeftiyên xwe biparêzin."
BerdevkaTevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê a Kantona Şehbayê Bedîa Muslim wiha got:"Em bang li hemû jinan dikin ji bo parastina destkeftiyên xwe û ji bo tecrîda giran rabe dengê xwe bilind bikin."
Çalakî bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bê serok jiyan nabe", "Jin jiyana azadî" bi dawî bû.