‘Meclisek xwedî li pêkhateyên xwe dernakeve heye’

  • 09:08 31 Çile 2019
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Ayşe Acar Başaran a HDP’yî bêdengiya li dijî greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku yek ji encama meclîsê ye û ya li girtîgehan û got: “Meclîseke ku xwedî li endama xwe dernakeve heye. Ji mekanîznameyeke ku pirsgirêkan çareser bike wêdetir, mekanîzmayeke bi rejîma faşîst tê rêvebirin heye. Li dijî daxwazên gel gûhê xwe girtin, ji bo pêşerojê întîxareke.”
 
Çalakiya grva birçîbûnê ya hevseroka Kongereya Civka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê şikandin da destpêkirin di roja 85’an de berdewam dike. Ya girtiyên din jî ku bi heman daxwazê dest pê kirin di roja 47’an de didome. Leyla pirsgirêkên cidî dijî û hikûmet jî bêdengiya xwe diparêze.
 
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê û endama Komîsyona Lêkolîn û Hiqûqê ya Girtîgehê Ayşe Acar Başaran agahiyên gihiştine ber destê wan parve kir û got li hinek girtîgehan vîtamîna B1 nayê dayîn û ev tişt got: “Bi taybet hat hînbûn ku li girtîgeha Alanyayê vîtamîna B1 nadin girtiyan. Dîsa hat hînbûn ku li girtîgeha Edîrneyê jî vîtamîna B1 nayê dayîn. Lê dayîna vîtamîna B1 ferze. Ger neyê dayîn tê wateya ku kes dişînin mirinê.”
 
‘Divê tecrîd bê bidawîkirin’
 
Ayşeyê daxuyakirin ku daxwazên girtiyan di cih de ne û rewa ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji 1999’an de li ser Birêz Ocalan tecrîd pêk tê. Dem bi dem malbat û parêzerên wî hevdîtin kirin. Lê ev nayê wateya ku tecrîd rabûye. Em dizanin ku destilatdarî biwaze wê hevdîtin bên kirin. Dema naxwazinz jî nayê kirin. Divê ev tecrîda 20 salan êdî bê rakirin. Ev li dijî hiqûqa Tirk û pergala Ewropayê ye. Ji roja hevdîtin bi Abdullah Ocalan re hatine qûtkirin şûnde li Tirkiyeyê kaos derketiye. Em dizanin ku Birêz Ocalan di alî dîroka Tirkiye û kurd de rolek girîng lîstiye. Di hevdîtinên sala 2013’an de hatin destpêkirin de rol û mîsyona wî hat dîtin. Ev ne tenê Gelê Kurd hemû gelan dît.”
 
‘Tirkiyek din pêkane’
 
Ayşeyê balkişand ser daxwazên Leyla Guven û girtiyan û got daxwazên wan di cih de ne û rewa ne û wiha dawî lê anî: “Daxwaza Leyla Guven tê îlegalîzekirin. Divê ev bê şikandin. Divê zêditir xwedî li çalakiya wê bê derketin û yekane çare divê tecrîd bê şikandin. Heta ev tecrîd neyê şikandin wê ev desthilatdariya faşîst xwe mezin bike. Meclîs li dijî daxwazên Leylayê bêdenge. Meclîseke ku xwedî li endama xwe dernakeve heye. Ji mekanîznameyeke ku pirsgirêkan çareser bike wêdetir, mekanîzmayeke bi rejîma faşîst tê pêxistin heye. Li dijî daxwazên gel gûhê xwe girtin, ji bo pêşerojê întîxareke.”