Dêra dîrokî ku ji ermeniyan maye veguherandine axur
- 09:02 31 Çile 2019
- Rojane
Zeynep Durgut
COLEMÊRG - Li gundê girêdayî navçeya Çelê ku bi navê dêrê tê zanîn dêra Mersava ya dîrokî ku ji gelê ermenî maye bi salan ne hebûna xwe parastiye û heta roja me ya îro hatiye. Dêra dîrokî ku heta roja îro li ser piyan maye ji ber ku nayê parastin wekî axur tê bikaranîn. Têkîldarî dîroka dêrê û gund Rabiya Olmez axivî. Rabiyayê diyar kir ku divê bermahiyên dîrokî xwedî bê derketin û bên parstin.
Bermahiyên dîrokî yên li Colemêrga ku bûye derguşa gelek bawerî û gelan bi tunebûnê re rû bi rû ne. Li Colemêrga ku beriya sed salan tê de asûr, ermen û gelek bawerî û gelên cuda jiyane, bi sedan cihên dîrokî hene. Çi bigire mirova dikare li her gundekî rastî bermahiyeke dîrokî ku ev bermahî bi piranî dêr in rast bê. Her çiqas ku ev dêr di nav demê de winda bûne jî çend heban ji wan hebûna xwe parastine û heta roja îro hatine. Mixabin ev cihên dîrokî ku bi tunebûnê re rû bi rû ne, bala tu saziyan hata roja îro nekişandine. Li tevahiya navçe û navenda Colemêrgê nêzîkî 150 dêrên dîrokî yên qedîm hene. Lê belê ji van tenê 10 an jî 15 li ser piyan mane. Ji van Gundên ku bi bermahiyên xwe yên dîrokî navdar in yek ji wan jî gundê Dêr Mersava ye ku bi navê dêrê tê zanîn. Dêra ku xwedî dîrokeke kevnare, niha wekî axur tê bikaranîn. Gundê Dêra Mersava ji aliyê ermeniyan ve hatiye avakirin. Piştî ku di sala 1915’an de fermana anîn serê ermeniyan, gelek ji wan koçber dibin û gelek jî bi qirkirinê re rû bi rû dimînin. Têkîldarî qirkirina ermeniyan û Dêra Mersava Rabîa Olmez axivî. Rabiyayê diyar kir ku piştî qirkirinê her tiştê aîdî ermeniyan hedef hat nişandan û got ku Dêra Mersava mîna axur tê bikaranîn.
'Dêrê wekî axur bi kar tînin'
Rabiyayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li ser ermeniyan hem di warê neteweyî û hem jî di warê baweriyê de qirkirin hatiye kirin û wiha berdewam kir:” Ev gund ji aliyê ermeniyan û kurdan ve hatiye avakirin. Li vir kurd û ermenî bi hev re jiyan e. Di wan deman de ez tune bûm. Lê gava ku dapîr û bapîrên me behs dikir, dijminahiya ermeniyan ya bi gelan re tune bû û cîraniya bi wan re pir xweş û hêja bûye. Gel li dijî baweriyên hev rêzdar tevgeriyane. Piştî fermana ku anîne serê ermeniyan, gelek koçber bûn û gelek jî hatin qetilkirin. Li vî gundî cihên dîrokî yên aîdî ermeniyan pir zêde hene. Ji xwe ji navê gund jî xuya dike ku ermeniyan gelek girîngî daye baweriya xwe. Ez niha 75 salî me. Ez ji roja ku tê bîra min û heta niha ev dêr heye û li ser piyan e. Lê mixabin, niha wekî axur tê bikaranîn. Bi rastî ev rewş mirovî xemgîn dike.”
‘Her sal ji derve ermenî tên vê dêrê ziyaret dikin’
Rabiyayê da zanîn ku her sal ji derveyî welat ermenî tên li rewşa dêrê dinerin û wê ziyart dikin. Rabîayê diyar kir ku mirov ji kîjan baweriyê be, mirov cihên baweriyê wiha bi kar naine û wiha pê de çû;” Gelê Ermenî afiriner bû. Li gund niha em bi aşê tehînê yê ku ji aliyê wan ve hatibû çêkirin debara xwe dikîn. Ermenî ji mîna kurdan ji çiyayan pir hez dikin, ji ber wê jî her tim gundên çiyayî çêtir dîtine. Dêra Mersava xwedî dîrokeke kevnar e. Her sal di demsala havînê de ji derveyî welat ermenî tên li rewşa dêrê dinêrin û dibêjin ew cihê îbadetê ye. Gelek caran qereqolê ji me re got, wê dêrê hilweşînin. Lê me ev gotin guhdar nekir. Dil dixwaze ev dêr bê valakirin û parastin. Mizgeft çawa ku pîrozin, dêr ji wisa e. Divê mirov li dijî baweriyên cuda rêzdar û bi tehemmûl be.”