Namzedên HDP'ê yên Karazê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
- 15:25 30 Çile 2019
- Rojane
AMED - Rêxistina DHP'ê ya Amedê, li Karazê namzedên xwe yên Hevşaredariyê bi gel re dan nasîn. Di şahiya ku hat lidarxistin de namzed bi coşeke mezin hain pêşwazîkirin û peyama ku wê gel li DHP'ê xwedî derkeve hat dayîn.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, li Karzê namzedên xwe yên hevşaredariyê Rojda Nazlier û Kasim pervane dan nasîn. Di şahiya danesînê ku gel bi coşeke mezin namzedên xwe pêşwazî kirin de rêxistina HDP û DBP'ya karazê, Parlamentera Amedê ya HDP'ê Remziye Tosun, Semra Guzel û Musa Farîsogullari tevli bûn. Namzedên bi wesayitan li nava navçeyê hatin gerandin gel silav kirin û welatiyan jî ji şaneşîn û ji be dikainên xwe namzedên xwe silav kirin. Namzedên ku piştre li avahiya HDP'ê ya Karzê hatin gel hev, gelê ku li ber avahiyê kom bû silav kirin û axaftineke kurt kirin.
Namzedên ku piştî li navçeyê geriyan derbasî gundê Serenê bûn li wê jî bi gel re hevdîtin kirin. Namzedên bi gel re hatin cem hev li dora agirê hat pêxistin govend gerandin.
'Karaz ya me ye'
Di axaftina ji bo danasînê de Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Karazê Rukiye Işik a ku axivî di serî de Leyla Guven ku çalakiya xwe di roja 84'emîn de didomîne û çalakgerên li girtîgehan silav kir û ew ê piştî 31'ê Adarê carekedin şaredariyan radestî gel bikin.
'Qeyûm dê biçin û gel dê bi ser keve'
Piştre namzeda Hevşaredartiyê ya Şaredariya Bjarê Mezin a Amedê Hulya Alokmn Uyanik axivî û ev tişt got: "Em ji bo 31'ê Adarê ji sekna gelê Karazê bawer in. Em ê di wê rojê de qeyûman bişînin û wê partiya me dîsa xizmeta ku divê ji gel re bê kirin berdewam bike."
'HDP partiya gel e'
Namzedê hevşaredartiyê yê Karazê Kasim Pervane jî axaftinek kurt kir û wiha got: "HDP li gel hemû tundiya ku lê tê kirin jî gel xwedî lê dertê û HDP partiya gel e."
Piştî silavdayîna namzedan bername bidawî bû.