Jinên Qamişloyê: Ji bo azadî û demokrasiyê dengê xwe bilind bikin

  • 15:04 30 Çile 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Jinên ku tevlî çalakiya gireva birçîbûnê ya ji bo piştigiriya çalakiya Leyla Guven bûn gotin:"Leyla îrade û hêza me ye, ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan em ê her di nav tevgerê de bin."
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 84'an. Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven li Qamişloyê Konê Greva Birçîbûnê hatibû vedan. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn gotin:"Ji bo azadî û demokrasiyê dengê xwe bilind bikin û li dijî tecrîdê serî rakin."
 
Endama Komîteya Lihevanînê ya Kantona Qamişloyê Emîne Emîn anî ziman ku ew ji bo azadiya  Abdullah Ocalan wê her tiştî bikin û got:"Bi rojan û mehan be em ê di girevê de bin ji bo azadiya Rêber Apo. Em berxwedana Leyla silav dikin, Leyla îradeya me ye. Wê jin bi hev re tecrîdê bişkînin. Bêdengiya rêxstinên mafê mirovan şermezar dikin."
 
Rûken Rênas a ji Îtaliyayê wiha dibêje:"Bi armanca piştgiriya Leyla Guven û tevahî kesên di zindanê de di girevê de ne ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ez tevlî çalakiyê bûm. Berî niha min Leyla nas nedikir. Lê bi vê çalakiya xwe me berxwedana wê na skir, û bi sedan jin li welatê min jî ji bo Leylayê çalakiyan li dar dixin. Bangewaziya min ji tevahî jinên cîhanê û bi taybet jinên welatê min heye ku xwedî li berxwedana Leyla û hevalên wê derkevin."
 
Her wiha Nafiya Esed piştevaniya xwe ji bo çalakiya Leyla Guven nîşan da û got:"Wê planên AKP'ê û çeteyên wê yên ji bo tunekirina Kurdan pêk neyê. Em ê bi hêz û îradeya xwe planan têk bibin. Divê tevahî gelê azadîxwaz her di nav têkoşînê de be û dengê xwe ji bo azadiyê bilind bike."