53 siyasetmedarên Swêdî: Divê tecrîd bi dawî bibe
- 14:52 30 Çile 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 53 siyasetmedarên Swêdî xwestin, tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Siyasetmedaran bang li civaka navneteweyî kirin ku zextê li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê bike.
53 siyasetmedarên ji partiyên cuda yên Swêdê daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin, tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji 27'ê Hezîrana 2011'an û vir ve destûr nayê dayin ku parêzer Abdullah Ocalan bibînin û hate gotin ku greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîdê bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, mezin dibe. Siyasetmedarên Swêdî bi bîr xistin, Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven 84 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye û fikarên xwe yên li ser tenduristiya wê anîn ziman.
Di daxuyaniya hevpar de ji civaka navneteweyî hat xwestin ku ji bo rakirina tecrîda li Tirkiyeyê zextê li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê CPT'yê bike. Siyasetmedaran diyar kirin, ji ber ku nîjadperestî û xweranegirtin zêde bûye, daxwazên çareseriya aştiyane hatine redkirin Leyla Guven neçar ma dest bi greva birçîbûnê bike û işaret bi bilindkirina dengê wê li dinyayê kirin.
Çend ji parlamenterên mohra xwe danîne binê daxuyaniyê: Ji partiya Çep parlamentera Ewropayê Malin Björk, ji Partiya Keskan parlamenterê Ewropayê Bodil Valero, parlamenterên Partiya Sosyal Demokrat Anders Österberg û Kadir Kasırga, parlamenterên Partiya Çep Daniel Riazat, Ilona Szatmari Waldau, Lorena Delgado Varas, Jens Holm, Ali Esbati, Birger Lahti, Momodue Malcolm Jallow, Amineh Kakabaveh, Håkan Svennelig û lîderê berê yê Partiya Çep Lars Ohly.