Li ber Nûnertiya NY'ê jinan li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kir
- 13:51 30 Çile 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Meclîsa Îştarê greva birçîbûnê dest pê kir. Çalakgeran bi heman armancê serdana Nûnertiya NY'ê kirin.
Endamên Meclîsa Îştar a Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serdana Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê kirin û piştî serdanê li ber Nûnertiya NY'ê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin. Wê her ji 5 rojan carekê çalakî were dewir girtin.
Endama Meclîsa Îştar a Mexmûrê Leyla Arzû Ilhan daxuyanî da û got; "Em hatine li wir ji bo serdana beşa Mafên Mirovan a NY'ê bikin û têkildarî grevên birçîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê raporek taybet bidin wan. Ji bo ji rewşa xereb a çalakgerên li Mexmûr di grevê de agadar bin."
Leyla Arzû Ilhan got ku wê ji niha û pêde li ber Nûnertiya NY'ê ya li Hewlêrê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê bikin û wiha domand; "Divê sînorek ji dagirkeriya dewleta Tirk a ku rojane li Başûrê Kurdistanê pêk tîne were dayîn. Em piştgiriya welatiyên Behdînan jî dikin. Divê li hemû bajaran weke Şêladizê li dijî dagirkeriyê serhildan pêk wer in."