Ji jinên li Şirnexê hatin binçavkirin 2 jê hatin berdan
- 13:25 30 Çile 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Ji 15 jinên duh di encama operasyonê de hatin binçavkirin, Sîbel Erk û Kumru Yuruk piştî îfadeya wan li dozgeriyê hat gitin hatin berdan.
Duh di encma serdegitinên malan ku li Şirnex û navçeya wê Cizîrê hatin kirin de ku di nav wan de namzeda Hevşaredartiyê Bêrîvan Kutlu jî hebû gelek jin hatibûn binçavkirin. Rêvebera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Kiliç, Nuriye Bîlîr, Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Ayşe Altay, Zeynep Îdîn a 8 mehî ducanî, Kumru Yoruk, Emîn Erkuş, Seher û Taybet Bîşgî di encma serdegtina mala xwe de hatibûn binçavkirin û Bêrîvan Kutlu jî li mala li Taxa Nûnrê ku lê mêvan bû hatibû binçavkirin.
4 jin serbest hatin berdan
Zeynep Îdîn a 8 mehî ducanî û Ayfer Şahîn Bîlîcî ya li mala xwe ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ku hat binçavkirin a 8 mehî ducanî piştî îfadeya wan li dozgeriyê hat gitin şeva din hatin berdan.
Herwiha îro jî hat aşkerakirin ku Sîbel Erk û Kumru Yuruk piştî îfadeya wan li dozgeriyê hat girtin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Îfadegitina 11 kesên li emniyetê hat destpêkirin
Herwiha hat ragihandin ku 11 kesên di nav wan de namzeda hevşaredartiyê ya HDP'a Cizîrê jî di nav wan de ye îfadeya wan li emniyetê tê girtin.