Hîlal Olmez: Heta encam neyê girtin em ê berdewam bikin

  • 09:07 28 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Hîlal Olmez a li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir di roja 44’emîn de ye û diyar kir ku ew jiyanek lêgerîna azadiyê nahewîne qebûl nakin û wiha got:“Me berpirsyarî girt. Heta encam neyê girtin em ê bimeşin. Divê her kes di vê pêvajoyê de berpirsyariyê bigire ser xwe. Ev dem dema ku divê xwedî bibin xwedî wijdan û ked.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest pê kiribû berdewam dike. Leyla Guven di roja 79’an de hatibû tahliyekirin. Girtiyên li girtîgehê piştî Leylayê dest bi grevê kiribûn jî di roja 44’an de berdewam dikin. Rojnameger Kîbriye Evren, Elîf Kaya û Hîlal Olmez jî ji koma yekem a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ketibûn grevê ne.
Hîlal Olmez di 1989’an de li Erganî ya Amedê yek ji 5 zarokên malbatê hat dinê. Piştî zanîngehê ji ber xebatên meşand di 2017’an de hat girtin. Hîlal ku 2 sale girtiye, pirsên derbarê greva birçîbûnê de besivand.
 
*Hûn di roja çendan a grevê de ne? Di vê pêvajoyê de di alî tenduristiyê de çi pirsgirêk hatin jiyîn?
 
Ez di roja 44’ê grevê de me. Di alî tenduristiyê de hinek pirsgirêkan dijîm. Serê min diêşe, li dijî deng gelek xesas im, xewa min nayê, min 5 kîlo da. Di xwendinê de pirsgirêkan dijîm. Tansiyon dikeve, westandin û bêhalî heye.
 
*Hûn ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger û daxwazên we hîna nehatin cih.Sedema destpêka çalakiyê û sedemên motîvekirinê çi ne?
 
Ez wek jinek Kurd xwe berpirs dibînim. Hestên min jî di çarçoveya berpirsyariya min de pêş dikevin. Li Rojhilata Navîn krîzek mezin û polîtîkayên şer hene. Her kesên ji xwe re dibêjin em mirov in divê jiyana pîroz biparêze. Divê her kes pirsa ‘ez divê çawa bijîm’ ji xwe bipirse. Divê her kes jiyanê biparêze. 
 
Jiyanek ku lêgerîna azadiyê nahewîne, lanetiyê dihewîne. Lanetî û pîrozî di tercîha me de veşartiye. Ez jî li dijî jiyana ku tê xwestin bê lanetkirin, bi çalakiya xwe dibêjim ‘ez jiyanek mirovane û azad dixwazim’.Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin êrîşek li dijî mirovahiyê ye. Ji ber vê ev çalakî min berpirs, kêfxweş, xwedî wijan û aram dihêle.
 
*Piştî Leyla Guven hat tahliyekirin şûnde balkişand ser rewşa girtiyan. Hûn bi wê re di heman koguşê de man. We çawa ji hev hêz girt?
 
Motîvasyon, moral û sekna wê ya di çalakiyê de hêzek mezin da me. Jinên Kurd îro bi rihê Leyla Qasim, Rindê Xan, Zarîfe û Sarayan ji sedsala 21’ê re pêşengiyê dike. Pêşengiya bi Leyla Guven hatiye destpêkirin, evîna azadiyê baweriya min bilind kir. Bêguman ligel wê di çalakiyê de cih girtin min kêfxweş dike.
 
*Çima te xwest di vê çalakiyê de cih bigire?
 
Ev demek dirêj e bi neçareseriya pirsgirêka Kurd re ji ber polîtîkayên şer, mirin hatin jiyîn bedel hatin dayîn. Li her derê şer gur dikin û her kes jî çepikan ji bo şer lê didin. Civakek li gor şer tê afirandin. Ez jî wek jinek Kurd li vê erdnîgariyê polîtîkayên şer qebûl nakim. Ez ji şer re dibêjim ‘Na’. Li ku dibe bila bibe gelek tiştên ku divê kes bikin hene.
 
Em di zindana Amedê de ne. Di vê zindanê de di dîrokê de gelek tişt hatine jiyîn. Gelek bedel hatine dayîn. Ji bo maf bên bidestxistin, mirov birûmet bijîn rojiyên mirinê, grev pêk hatin. Agir berdan bedena xwe. Dîwarên vir her roj vê bime bibîr dixe. 
 
*Piştî hevdîtina Mehmet Ocalan li Îmraliyê bi birayê xwe Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk anî şûnde hat diyarkirin ku tecrîd nehatiye şikandin û grev didomin. Hûn dikarin daxwazên xwe carek din bînin ziman?
 
Beriya çalakiyê me zelal anî ziman. Heta tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan neyê rakirin wê çalakiya me bidome. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye û em ê nebin hevkarê sûc.Her pêkanîna li Îmraliyê pêk tê girêdayî siyasetê pêş dikeve. Niha tecrîda pêk tê li gorî siyasetê pêk tê. Bi berxwedana tê meşandin re hevdîtina li Îmraliyê girîng e. Ji ber bi salan bû nedihat zanîn ku Birêz Ocalan dijî an na. Vê hevdîtinê moral da me lê daxwaza me ev e ku parêzer û malbat bi rêk û pêk hevdîtinê pêk bînin. Ji vir şûnde jî heta encam neyê girtin wê çalakiya me bidome.