Çalakiya Leyla Guven di roja 81'emîn de ye
- 13:08 27 Çile 2019
- Rojane
AMED - Çalakiya Leyla Guven ku li dijî Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 81'emîn de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelna (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 81'emîn de berdewam dike. Leyla ya ku berî bi du rojan ji doza jê dihat darizandin hat tehliyekirin, biryar da ku çalakiya xwe li malê jî berdewam bike.
Muayeneya Leylayê nehat kirin
Parêzerên Leylayê ji bo ku kontrola tendirustiya wê bê kirin û zerara ku ji ber grevê di bedena leylayê de pêk hatiye bê testpîtkirin xwestibûn ku ji aliyê heyetek ji tendirustvanan ve rewşa wê bê şopandin. Li ser vê daxwaza parêzeran duh heyetek ji Endamên Odeya Bijîşkan çûn serdana Leylayê. Leyla diyar kir ku ew xwe baş hîs nakir û mayene qebûl nekir.
Greva birçîbûnê wê bidome
Herwiha piştî ku Leylayê dest bi çalakiyê kribû li girtîgehan jî bi heman daxwazê koma yekemî a ku dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger kiribû jî di roja 43'emîn de berdewam dike, ya Nûnerê HDP'ê yê Hewlêrê Nasir Ygir di roja 68'an de, ya çalakgerên li bajarê Fransa Stasbourgê di roja 42'yan de, li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 42'yan de û ya Endama Meclisa Îştar Fadîle Tok jî di roja 8'emîn de berdewam dike.