Ji bo Leyla Guven pitgiriyek jî ji jinên Swêdî hat

  • 10:37 27 Çile 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Swêd Stockholmê, komek ji jinan ên rêxistinên cuda yên jinan, bi peyamekê piştgirî dan Leyla Guven ku 81 roj in di greva birçîbûnê de ye.
 
Li paytexta Swêd Stockholmê, komek ji jinan ên rêxistinên cuda yên jinan, bi peyamekê piştgirî dan Leyla Guven ku 81 roj in di greva birçîbûnê de ye. Jinan wêneyên Leyla Guven hildan û nameya ku ji Leylayê re nivîsandibûn xwendin.
 
Jinan diyar kirin, ew têkoşîna leyla Guven a ji bo demokrasî û mafên mirovan dişopînin, û piştgiriyê didin wê. Jinan xwestin, tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û destûr bê dayin ku karibe parêzer û xizmên xwe bibîne.
 
Jinên Swêdî bi bîr xistin ku Tirkiye dewleteke ku zextê li her kesên destekê nadin polîtîkaya Erdogan dike ye û bi hezaran mûxalîf lê di girtîgehan de ne. Her wiha bang li hêz û raya giştî ya navneteweyî jî hate kirin ku ji bo qebûlkirina daxwazên Leylayê û çalakgerên din ên greva birçîbûnê bikevin nava liv û tevgerê û wiha dawî li nameya xwe anîn: "Em dixwazin girtiyên siyasî hemû werin berdan. Em dixwazin, tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî bibe."