Leyla Guven ji girtîgehê derket!
- 13:47 25 Çile 2019
- Rojane
AMED - Piştî derbarê Leyla Guven de biryara tehliyekirinê hat dayîn gel berê xwe da ber girtîgehê û bi saetan li benda derketina Leylayê man û dema ku Leylayê ji girtîgehê derket ew bi çepik û bi lîlandinê pêşwazî kirin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku 79 roj e li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de bû piştî hat tehliyekirin îro bi pêşwazîkirina gelek kesî li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hat pêşwazîkirin.
Girseya li ber girtîgehê dema ku dît Leyla ji girtîgehê derdikeve bi dirûşmên "Leyla Guven rûmeta me ye", "Bijî berxwedana Leyla Guven" û bi lîlandinê ew pêşwazî kir.
Leyla ya ku bi ambulansê ji girtîgehê hat derxisitn birin mala wê ya li Baglara Amedê, Li ber malê jî gelek kesî Leyla pêşwazî kir, leyla ya ku li ber mala xwe ji ambulansê peya bû bi nîşaneya serkeftinê ji ambûlansê daket.