Ji bo salvegera berxwedana serdemê li Mexmûrê meş hat lidarxistin
- 19:56 20 Çile 2019
- Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Ş.Rûstem Cudî (Mexmûr) ji bo yekemin salvegara berxwedana Efrinê di pêşengtiya Jin û Ciwanan de meşek hat pêk anîn. Gruba 12'an a greva birçibuyinê ya li wargehê jî tevlî meşê bû.
Li Wargeha Penaberan a Ş.Rûstem Cudî (Mexmûr) ji bo yekemin salvegara berxwedana Efrinê di pêşengtiya Jin û Ciwanan de meşek hat pêk anîn. Gruba 12'an a greva birçibuyinê ya li wargehê jî tevlî meşê bû.
Di meşe de ji aliye Jin û Ciwanan ve pankartên ' Tecrîtê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin,Kurdistanê Azad bikin', 'Serî hilde, Berxwe bide, Rêbertî Azad bike' hatibu rakirin. Meş li gel Saziya Malbatên Şehidan despê kir û heta cihê navenda Çand û Hûnerê berdewam kir. Li wir jî daxuyaniya hat dayîn. Piştî daxuyaniyê Hevseroka Meclisa Gel a Îştarê Fîlîz Bûdak jî wiha axivî.
Filiz diyar kir ku: "Em bi bone ya salvegera dagirkirina Efrînê hemû hêzên dagirker û planger şermezar dikin ewê li hemberî dîrokê rû rêş bin. Ti pirtûk û dîrokêkî de ne hatiyê nivîsandin ku li ser bajarekî cihêkî ku gele sîvîl tê de jiyan dike bi top û teyare hatibe lêdan. Rûxmî ev qetlîamên hovanê bêdeng mayina raya giştî hevkartiya van bi hêzên dagirker ve nişan dide. Lê beramberî wê dagirkirina hovane jî destanek li Efrînê hat nîvisandin. Gele Efrîne bi kal,pîr,jin,ciwan û zarokên xwe ve tam 2 mehan berxwedan û ji Efrîne derneketin ."
Meş bi dirûşmên "Bijî Serok Apo","Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.