'Em ê Efrînê rizgar bikin'

  • 17:02 20 Çile 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jinên ku tevlî meşa girseyî a Bajarê Til Temir ê bûn, nêrînên xwe anîn ziman. Jinan gotin:"Eger Gelê Kurd komkujiya Roboskî Heleb,Şengal û Helebçeyê ji bîr nekin Efrînê jî ji bîr nakin."
 
Jinên ku îro tevlî meşa girseyî a ku li gundê Til Nesrî ve hatibû lidar xistin bûn, êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin.
 
'Me Roboskî ji bîr nekir ta ku Efrîn jî ji bîr bikin'
 
Ferîde Henan yek ji jinên herêma Efrînê ye wiha dibêje:"Ji bo Efrîn rizgar bibe çi ji destên me bê em ê bikin. Me Roboskî ji bîr nekir ta ku Efrîn jî ji bîr bikin."
 
'Em ê Efrînê rizgar bikin'
 
Xedîce Hemo wiha got:"Em ê bi fikir û ramanên Serokê xwe her axa xwe biparêzin. Em ê Efrînê rizgar bikin."