Jinan barîqatên Zindana Amedê hilweşandin

  • 15:35 20 Çile 2019
  • Rojane
AMED-Jinên ku ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku ev 74 roj in di greva birçîbûnê de ye, çûn ber deriyê Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê, rastî êrîşa polîsan hatin. Gelek jin hatin derbkirin û binçavkirin.  
 
Ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 74'emîn. Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven, Endamên Platforma Jinê Ya Dicle Amedê û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn jî di nav de, li ber Girtîgeha Girtî ya Tipa E ya Amedê kom bûn. Jinan li pîspîskan xistin û dirûşma "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin. Tevî dorpêçkirinê dîsa jinan çalakiya xwe dewam kirin. 
 
Polîsan êrîşî jinan kirin û ew derb kirin. Li Remziye Tosûn jî heqaret kirin. 
 
Jinan bertek nîşan dan û dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' berz kirin. Tevî ku polîsan av û îsot li çalakgeran kir jî çalakgeran dev ji serîhildana xwe bernedan. 
 
Ji TOMA'yê av li Remziye Tosun kirin. 
 
20 jin hatin binçavkirin
 
Li dijî êrîşên polîsan 20 jin hatin binçavkirin.
 
Jinên ku hatin binçavkirin û navên wan hatin hînbûn wiha ne:"Berdevka Platforma Jinê ya Dicle Amedê Bahar Karakaş Ulu, Adalet Kaya, Ceylan Aslan, Gonul Adibelli, Gulistan Ekte, Narin Gezgor, Rozerin Çatak û şêwirmenda Remziye Tosun, Gurbet Ozel.