Jinên Minbicê: Em li dijî gefên dagirkeriyê çongê danînin

  • 13:32 20 Çile 2019
  • Rojane
Sîlva El-Ibrahîm- Sîbîliya El-Ibirahîm
 
MINBIC-Jinên Minbicê têkildarî gef û êrîşên dewleta tirk de anîn ziman ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û gotin:"Em li dijî gefên dagirkeriyê çongê danînin."
 
Jinên Minbicê têkildarî gef û êrîşên dewleta tirk de anîn ziman ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û gotin:"Dagirker dê tu carî negihêjin armanca xwe. Dê xeyalên wan pêk neyê."
 
Zeyîneb Hînîdel wiha got:"Em jiyanek aram û ewle dijîn. Lê zihniyeta dagirker naxwaze em jiyanek wiha bijîn û êrîş dike. Dewleta tirk her roj gefan li gelê Kurd dixwe. Lê li dijî gefan em ê her di nava têkoşînek mezin de be. Em ê Minbicê radestî dagirkeran nekin."
 
Feryal El-Semran wiha got:"Dema çeteyên DAÎŞ'ê Minbic dagir kiribû wê demê jiyan li gel kiribû jehr. Lê piştî ku QSD'ê Minbic rizgar kir şûnde jiyana îşkenceyê bi dawî bû. Niha Erdogan dixwaze dîsa Minbic bê hilweşandin. Lê em destûrê nadin."
 
Macda El-Hebat da wiha got:"Axa Minbicê ya ku bi xwîna Şehîdan hatiye rizgarkirin em ê radestî tu kesî neke. Em ê heta dawî li axa xwe xwedî derkevin."
 
Eyîşa Husên El-Hecî jî got:"Em qebûl nakin Tirkiye derbasî axa me bibe, armanca Tirkiyê aloziyê û kuştinê li ser gelê Minbicê pêk bîne, lê em tu carî teslîm nabin. Em ê têkoşîna xwe xûrtir bikin."
 
Emîne El-Hecî jî wiha got:"Gelê Minbicê li dijî gefan serî natewînin. Em ê axa xwe biparêzin û rê nedin dagirkeran."