'Dê berxwedana Efrînê zû bi zû neyê jibîrkirin'

  • 13:22 20 Çile 2019
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan 
 
QAMIŞLO - Endama Rêvebertiya Mala Jinê ya bajarokê Tirbespiyê Etiya Omer derbarê salvegera Berxwedana Serdemê de wiha got:"Efrîn a Efrîniyan e. Em di wê baweriyê de ne ku dê Efrîn ji çeteyan bê rizgarkirin. Dê berxwedana Efrînê zû bi zû neyê jibîrkirin."
 
Endama Rêvebertiya Mala Jinê ya bajarokê Tirbespiyê ya Qamişloyê Etiya Omer derbarê salvegera Berxwedana Serdemê de wiha got:"Bi saya xwîna şehîdan Şoreşa Rojava pêk hat. Dê bi têkoşîna gelê Kurd û şehîdên Kurd şoreşên nû pêk werin." 
 
'Nexweşxane bombebaran kirin'
 
Etiya wiha got:"Dewleta tirk û komên çeteyan ên girêdayî wî gotin 'em ê li Efrînê li dijî terorê şer bikin' lê yên ku terorist in ew in. Hatin li Efrînê bi sedan sîvîl qetil kirin. Bi planên xwe yên qirêj xwîna zarokan rijandin. Cihên dîrokî yên Efrînê ji aliyê dewleta tirk û çeteyan ve hat hilweşandin. Nexweşxane bombebaran kirin. Hemû ehlaqên şer binpê kirin. Li ser navê Îslamiyetê li pêş çavên cîhanê mirov û xweza qir kirin. Li dijî vê hovîtiyê dê têkoşîna gelê Efrînê bidome."
 
'Dê berxwedana Efrînê zû bi zû neyê jibîrkirin'
 
Etiyayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Efrîn a Efrîniyan e. Em di wê baweriyê de ne ku dê Efrîn ji çeteyan bê rizgarkirin. Dê berxwedana Efrînê zû bi zû neyê jibîrkirin. Bi saya xwîna şehîdan Şoreşa Rojava pêk hat. Dê bi têkoşîna gelê Kurd û şehîdên Kurd şoreşên nû pêk werin."