Jinek din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
- 13:16 20 Çile 2019
- Rojane
ŞENGAL - Jina bi navê Îlham Dexil a Kurda Êzidî ji Gundê Solaxê ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin. Jina ku hat rizgarkirin ji aliyê TAJÊ ve radestî malbata wê hat kirin.
Jina bi navê Îlham Dexil a Kurda Êzidî ji Gundê Solaxê ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin. Jina ku hat rizgarkirin ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve radestî malbata wê hat kirin.
Derbarê rizgarkirina Îlhamê de li ser navê TAJÊ Fahû Silêman wiha got:"Em gelek spas dikin ku QSD'ê jinek din jî ji destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kir. Em hêvî dikin ku êdî fermanên nû pêk nên û hemû Êzidiyên di destên DAÎŞ'ê de ne bên rizgarkirin."
Dayika Îlhamê, Ferzo Hemîd jî wiha hestên xwe anî ziman:"Ez bi xwe sala 2015'an ji aliyê YPG'ê ve ji çeteyan hatim rizgarkirin. Niha jî keça min hat rizgarkirin loma ez gelek bextewar im. Ez hêvî dikim ku hemû Êzidî ji destên çeteyan bên rizgarkirin."