Li Stenbolê ji ber agir kesekî jiyana xwe ji dest da

  • 13:04 20 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL-Li Navçeyên Fatih û Avcilar ji ber agir kesekî jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Kuçeya Suleymaniyeyê ya Fatihê agir bi avahiya 4 qatî ya ku karker lê dixebitîn, ket. Ekîbên agirkujê du kes rizgar kir. Piştî ku agir ji aliyê ekîbên agirkujê hat vemirandin şûnde cenazeyek hat dîtin. Tê gotin ku ew cenazey aîdî Yaşar Çakici ye. Piştî otopsiyê dê teqez bibe.  
 
Agir bi fabrikaya şîrcemedê ket
 
Ji aliyekî din jî agir bi fabrikaya şîrcemedê ya li Avcilar ket. Agir geş kir û gelek ekîbên agirkujê sewqî cihê bûyerê bû. Agir ji aliyê ekîbên agirkujê hat vemirandin. Di encama derketina agir de zirara aborî pêk hat lê kesekî jiyana xwe ji dest neda.