HDP’î dê ji bo Oyku Arîn a bi nexweşiya losemiyê ye xwînê bidin

  • 12:47 20 Çile 2019
  • Rojane
ENQERE - HDP, dê ji bo Oyku Arîn Yazici ya bi nexweşiya losemiyê ye xwînê bidin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  ji bo zaroka 3 sal û nîv Oyku Arîn Yazici ya bi nexweşiya losemîyê ye û hemû zarokên bi nexweşiya losemiyê, banga xwîndayînê kir. HDP’ê di serî de ji hemû parlementer û şêwirmendên wan û hemû kesan xwest ku bi awayekî komî bi hev re di 21’ê Çile de biçin Navenda Xwîn Dayîna Kizilay a Enqerê û xwînê bidin. 
 
HDP’ê di banga kir de wiha got: “Em xwîn bidin û ji bo Oyku Arîn û zarokên mîna wê bibin hêvî.”