Li Îzmîrê civîna gel hat lidarxistin

  • 12:45 20 Çile 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê ji bo hilbijartinên herêmî civîna gel li dar xist û çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên di zindanan de slav kir. Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Îzmîrê Besriye Tekgur axivî û got:"Em dizanin ku dê zalim di nava çopa dîrokê de biqelihin. Dê otorîteya yekperest serî bitewîne."
 
Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê têkildarî hilbijartinên herêmî de li Îzmîrê civîna gel li dar xist û çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên di zindanan de slav kir. Endamên Meclîsa HDP'ê, Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Murat Çepni, nûnerên partiya siyasî, nûnerên rêxistina civaka sîvîl û gelek kes beşdarî hevdîtina gel bûn. Di civînê de pankarta "Em tecrîdê bişkînin û faşîzmê têk bibin" hat daliqandin. Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hemû girtiyên di greva birçîbûnê de hat slavkirin. Di civînê de peyama Leyla Guven a ku ji bo mîtînga Amedê şandibû hat xwendin.
 
'Di encama polîtikayên ku gel ji hev diqetîne de hat qetilkirin'
 
Di civîna gel a ku bi rêzgirtinê dest pê kir Hrant Dink hat bibîranîn. Derhênerê Weşana Giştî ya Roj nameya Agosê Hirant Din ku di 19'ê Çileyê 2007'an de hatibû qetilkirin. Besriye Tekgur wiha got:"Di encama polîtikayên ku gel ji hev diqetîne de Hirant Dînk hat qetilkirin."
 
'Em têkoşîn û berxwedana mafdar û adil e temsîl dikin'
 
Besriyeyê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan slav kir û wiha got:"Em dizanin ku dê zalim di nava çopa dîrokê de biqelihin. Dê otorîteya yekperest serî bitewîne. Em têkoşîn û berxwedana mafdar û adil e temsîl dikin'
 
'Gel li ser lingan ji bo peyama Leyla Guven li çepikan xist'
 
Ji Rêveberiya HDP'ê ya Bajêr Sema Miran peyama Leyla Guven a ku ev 74 roj in di greva birçîbûnê de ye xwend. Piştî ku peyam hat xwendin şûnde dirûşmên "Bijî wekheviya gelan","Leyla Guven rûmeta me ye","Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. 
 
Çalakî piştî ku sinevizyona ji bo Hirant Dînk hat temaşekirin şûnde bi dawî bû.