'Li dijî hemû cureyên êrîşan gelê Efrînê li berxwe da'

  • 12:24 20 Çile 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan Evîn Cûma derbarê salvegera Berxwedana Serdemê ya Efrînê de nirxandin kir û got:"Divê cîhana ku li dijî hovîtiya dewleta tirk û komên girêdayî wê bêdeng ma, çavên xwe ji rastiyê re negire û deng bide wicdanê xwe."
 
Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan Evîn Cûma derbarê salvegera Berxwedana Serdemê ya Efrînê de wiha got:"Li dijî hemû cureyên êrîşan gelê Efrînê li berxwe da. Dê berxwedana gelê li Efrînê her di dîrokê de deng vede."
 
'Berxwedana Efrînê hîn wekî do zindî ye' 
 
Evînê wiha got:"Dagirkerî li dijî hest û rêgezên mirovahiyê ye. Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê bi dagirkirina Efrînê rêgez û hestên mirovahiyê çewisandin. Salek derbas bû lê berxwedana Efrînê hîn wekî do zindî ye. Bi êrîşan li Efrînê îradeya jinê hedef hat girtin. Lê jinên Kurd teslîm nebûn. Jinên leheng ên wekî Barîn û Avesta heta dawî li berxwe dan. Divê li dijî dagirkeriyê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî peywira xwe bi cih bînin."
 
'Li dijî hemû cureyên êrîşan gelê Efrînê li berxwe da'
 
Evînê herî dawî wiha got:"Divê cîhana ku li dijî hovîtiya dewleta tirk û komên girêdayî wê bêdeng ma, çavên xwe ji rastiyê re negire û deng bide wicdanê xwe. Li dijî hemû cureyên êrîşan gelê Efrînê li berxwe da. Dê berxwedana gelê li Efrînê her di dîrokê de deng vede."