TAJÊ: Li Efrînê têkoşînek dîrokî hat dayin
- 11:58 20 Çile 2019
- Rojane
ŞENGAL - TAJÊ derbarê salvegera êrîşên li ser Efrînê daxuyanî da û anî ziman ku li Efrînê têkoşînek dîrokî hat dayin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê salvegera êrîşên li ser Efrînê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê li dijî dagirkeriyê têkoşîna bi salan bidome.
Daxuyanî wiha ye:
"Li Efrînê bi çand û rengên cuda wekheviyek ku ji cîhanê re bibe mînak hebû. Lê dagirkeran nehiştin ku ev aramî bidome û êrîş kirin. Di encama êrîşan de gelek mirov hatin qetilkirin. Tevî hemû teknolojiya pêşketî ya ku dagirkeran li dijî gelê Efrînê bi kar anî gelê Efrînê dîsa jî serî netewandin. Jinên leheng ên wekî Barîn û Avesta bi têkoşîna xwe navên xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de nivîsandin. Em ê hemû têkoşîna Barînan û Avestayan bişopînin û nehêlin ku dagirker bigihêjin armanca xwe û komkujiyên nû pêk bînin."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Berxwedana Efrînê" bi dawî bû.