'Efrînê li hember dagirkerî û faşîzmê serî netewand'

  • 11:18 20 Çile 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Endamên Naveneda Şopdarên Rojê, Yekîtiya Ragihandina Azad, Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê û Komeleya Mafên Mirovan bi daxuyaniyekê salvegera êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin û gotin:"Efrînê li hember dagirkerî û faşîzmê serî netewand."
 
Endamên Naveneda Şopdarên Rojê, Yekîtiya Ragihandina Azad, Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê û Komeleya Mafên Mirovan bi daxuyaniyekê salvegera êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin. Daxuyanî li Gundê Til Nesrî yê Bajarê Til Temira Kantona Hesekê hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan Evîn Cûma ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê  bi hemû çekên pêşketî êrîşî Efrînê kirin û Efrîn dagir kirin. Bi hezaran kes hatin koçberkirin, îşkencekirin û zarok û jin û yên temenmezin hemû kes qetil kirin. Demografiya Efrînê hat guhertin û heta niha hîn îşkence û zilm li Efrînê didome. Em bêdengiya cîhanê li dijî êrîşên li ser Efrînê jî bi zimanekî tund şermezar dikin. Efrînê li hember dagirkerî û faşîzmê serî netewand û ew ê netewîne."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Efrînê" û "Bimre dagirker" bi dawî bû.