Mîhrîcana Jenyariya Tekane didome
- 10:53 20 Çile 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Mîhrîcana Jenyariya Tekane ya ku bi dirûşma "Bila dengê muzîkê bilind bibe" li Qamişloyê dest pê kiribû, didome.
Mîhrîcana Jenyariya Tekane ya ku bi dirûşma "Bila dengê muzîkê bilind bibe" bi pêşengiya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê dest pê kiribû, didome. Gelek hunermend beşdarî mîhrîcanê bûn. Gel û hunermend bi coş û kelecanek mezin beşdarî mîhrîcanê dibin.
Bi reng û dengên xwe yên cuda hunermend, hunera xwe pêşkeş dikin û gel bi kêfxweşiyek mezin temaşe û guhdar dikin.