'Ji bo siberojek ronî divê em her têbikoşin'

  • 10:41 20 Çile 2019
  • Rojane
Binevş Sarya
 
KOBANÊ-Têkildarî 3'emîn konferansa Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê ya ku li Kobanê hat lidarxistin jinên ku beşdarî konferansê bûn axivîn û gotin:"Ji bo siberojek ronî divê em her têbikoşin."
 
3'emîn konferansa Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê ya ku bi dirûşma "Bi pênûsek xurt em dikarin metirsiyan têk bibin" li Navenda Bakî Xido ya Kobanê dest pê kiribû bi dawî bû. 100 delege û  gelek kes beşdarî konferansê bûn. Têkildarî mijarê de jinên ku beşdarî konferansê bûbûn axivîn û gotin:"Em di nava pêvajoyek zehmet de derbas dibin. Ji bo siberojek azad û ji bo li dijî zehmetiya pêvajoyê em bi hêztir bibin me pêdivî ji konferansê dît."
 
'Em hewl didin ku ji bo pêdiviyên gel bêtir bibin bersiv'
 
Endama Rêveberiya Yekîtiya Rewşenbîrên Bakur-Rojhilatê Suriyeyê Sarya Mihemed di derbarê konferansê de axivî û got: "Ev pêvajoya ku em tê de dijîn bê guman pêvejoyek pir zehmet e. Ji ber vê jî me pêwîstî dît ku em konferansa 3’emîn ya Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê li dar bixin. Wekî her dem di vê pêvajoyê de jî destkeftiyên gelê Kurd hedef tên girtin. Li dijî vê yekê divê em bibin bersivek xurt a têkoşînê. Divê li dijî dagirkeran em serkeftinên mezintir bi dest bixin. Di nava civakê de rewşenbîr xwedî rolek mezin in. Loma wekî rewşenbîr pêkanîna peywira xwe girîng e. Rewşenbîran ji dîrokê heta îro bedelên mezin dane. Ev yek hîn jî didome. Em hewl didin ku ji bo pêdiviyên gel bêtir bibin bersiv."
 
'Ji bo siberojek ronî divê em her têbikoşin'
 
Endama Rêveberiya Yekîtiya Rêwşenbîrên Kobanê Leyla Ehmed jî wiha got:"Armanca me ew e ku em rola jinê di nava civakê de bêtir bînin ber çav. Em hewl didin ku hemû jin di nava civakê de serkeftî bin û zana bin. Di heman demê de em ji bo parastin çand, huner, dîrok û wêjeyê jî dixebitin.Ji bo siberojek ronî divê em her têbikoşin. Em di nava pêvajoyek zehmet de derbas dibin. Ji bo siberojek azad û ji bo li dijî zehmetiya pêvajoyê em bi hêztir bibin me pêdivî ji konferansê dît."