3'emîn konferansa Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê bi dawî bû
- 10:23 20 Çile 2019
- Rojane
KOBANÊ-3'emîn konferansa Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê bi dawî bû. Di konferansê de peyama xebatên cuda yên ji bo siberojek azadtir û ewletir hat dayin.
3'emîn konferansa Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê ya ku bi dirûşma "Bi pênûsek xurt em dikarin metirsiyan têk bibin" li Navenda Bakî Xido ya Kobanê dest pê kiribû bi dawî bû. 100 delege û gelek kes beşdarî konferansê bûn. Ji aliyê Mamoste Mehmûd Misto ve rêzikname hat xwendin.
7 kes weke rêveber hatin hilbijartin. Bi biryarên nû 3'emîn konferansa Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê bi dawî bû.