'Em bûn şahidê serîhildanek ku di dîrokê de deng veda'

  • 09:37 20 Çile 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Rojnamegerên ku kêlî bi kêlî Berxwedana Serdemê şopandin diyar kirin ku ew bûne şahidê serîhildanek ku di dîrokê deng vedaye û wiha gotin:"Armanca me ew bû ku em rastiya cîhanê ragihînin. Lê cîhanê çavên xwe ji vê rastiyê re girt."
 
Rojnamgerên jin ên ku li Efrînê têkoşîna ragihandina rastiyê dan gotin:"Li Efrînê berxwedan û serhildanek hevpar hat kirin. Li dijî zihniyeta dagirker gel heta dawî li berxwe da."
 
'Li dijî zihniheta dagirker berxwedana sedsala 21'emîn'
 
Rojnameger Mizgîn Gorsê wiha got:"Efrîn warê berxwedanê ye. Li dijî zihniheta dagirker berxwedana sedsala 21'emîn e. Efrîn cihekî biçûk bû lê berxwedana wê mezin bû. Jinan pêşengtiya vê  berxwedanê kirin. Dîroka gelê Kurd a giranbiha dîsa zindî kir. Jinan heta dawî piştigrî dan YPJ/YPG'ê û gav paş de neavêtin. Jin bûn mertal û heta dawî li berxwe dan. Zihniyeta dagirker bi ser neket. Dengê dirûşme û tilîliyên jinan li dijî zihniyeta dagirker her bilind dibû. Bi rihê seferberiyê gelê Efrînê li berxwe da."
 
'Me xwest em bibin çavên rastiyê'
 
Mizgînê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Me xwest em bibin çavên rastiyê. Me bi çavên xwe dît ku jinên Efrînê bi îradeyek xurt têkoşiyan û bejna xwe netewandin. Mirov nikare bi gotinê vê têkoşînê rave bike. Niha li Şehbayê tevî hemû  zor û zehmetiyan ev berxwedan didome û ew ê bidome." 
 
'Bi hezaran kes hatin koçberkirin, zarok û jin hatin qetilkirin' 
 
Rojnameger Şervîn Mustefa jî wiha dibêje:"Ji bo min şansek mezin bû ku min berxwedana Efrînê şopand. Ev ne berxwedanek ji rêzê bû. Me xwest em vê berxwedanê bi raya giştî re parve bikin. Dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi hovîtiyek mezin êrîş kirin. Zeytûnên ku dayikên Efrînê bi destên xwe çandibûn ji kokê rakirin. Gelê Efrînê li kêleka şervanê xwe sekinî û li dijî vê hovîtiyê li berxwe dan. Li Efrînê bi hezaran kes hatin koçberkirin, zarok û jin hatin qetilkirin. Lê cîhan li dijî vê hovîtiyê bêdeng ma. Ev ji bo rûmeta mirovahiyê tiştekî ne baş e. Bêdengiya cîhanê ez wekî lekeyek ku li rûmetê ketibe qebûl dikim. Dê serkeftin û berxwedan her a gelê Kurd be."
 
'Ka parçeyên din ên zaroka min'
 
Herî dawî Rojnameger Zeyneb Berekat wiha got:"Armanca me ew bû ku em rastiya cîhanê ragihînin. Lê cîhanê çavên xwe ji vê rastiyê re girt. Li Efrînê berxwedan û serhildanek hevpar hat kirin. Li dijî zihniyeta dagirker gel heta dawî li berxwe da. Efrîn cihê wekhevî û hevjiyanek azad bû. Armanca êrîşên dewleta tirk têkbirina jiyana azad û aram bû. Gelek dayik û bavan zarokên xwe li Efrînê winda kirin. Gelek zarok jî bê dê û bav man. Dema ez li Taxa Mehmûdiyê bûm, dayikek diqêriya û digot ka parçeyên din ên zaroka min. Ev êşek mezin bû. Lê dîsa jî gel dev ji têkoşîna xwe bernedan."