Herî baş jin tecrîdê fêm dikin?

  • 09:05 20 Çile 2019
  • Rojane
WAN - Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan jinên di dîrokê de ji aliyê zîhniyeta mêr ve hatin hepskirin, bi gotinên weke ‘cîranan nebîne, neçe cem malbatê, dernekeve derve, serê xwe bigire, şerm e, deriyê xwe bigire’ anî ziman û got ku wan tecrîda yekem jiyane û ji ber vê jî herî baş jin tecrîda li Îmraliyê fêm dikin. Ayşeyê bi lêv kir ku wê di nava her şert û mercî de têkoşîna xwe bidomînin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 74’an de berdewam dike. Roj bi roj tevlîbûnên nû yên ji bo piştgiriya çalakiya Leylayê çê dibin.
 
Piştî zêdebûna bertekan birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan li Îmraliyê hevdîtinek pêk anî û girtî jî diyar dikin ku heta daxwazên wan neyên cih wê çalakiya xwe bidomînin.
 
‘Tecrîd rêbazeke pergala faşîst e’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan destnîşan kir ku grevên birçîbûnê neqedyane û wiha got: “Pergala dewletê bi rûreşiyek mezin didome. Mafên herî sereke hewl tê dayîn bi grevên birçîbûnê bên bidestxistin. Ev ancax rêbazek pergala faşîst e. Ev pêkanîna faşîst li ser gelên Tirkiyeyê tên meşandin. Demek dirêj bû bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nedihat kirin. Bi saya ked û têkoşîna Leyla û girtiyan hevdîtin hat kirin. Ev di encama berxwedana jinan de ye. Em li hember vê bi rêzdarî serî ditewînin. Tecrîd li ser jin, gel, civak û baweriyan dimeşe. Bi hevdîtina 15 deqeyan tecrîd ranabe. Em carek din dubare dikin bi carekê tecrîd ranabe. Azadiya jinê, statuya gelê Kurd, bi rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan pêkan e.”
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kri ku tecrîd bi taybet li ser jinan bi awayekî giran tê meşandin û wiha got: “Jin di dîrokê de ji aliyê zîhniyeta mêr ve hatin hepskirin, bi gotinên weke ‘cîranan nebîne, neçe cem malbatê, dernekeve derve, serê xwe bigire, şerme, deriyê xwe bigire’ tecrîda yekem jiyane û ji ber vê jî herî baş jin tecrîda li Îmraliyê fêm dikin. Em ê di nava her şert û mercî de têkoşîna xwe bidomînin.”